Hevkarîya stratêjî, ya Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî bona biryara nava halê gêopolîtîkîyî giranda girînge: Ararat Mîrzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan hêvîdare wekî qanûndarîya hevkarîya stratêjîye di navbera Yêrêvanê û Waşîngtonêda wê bona kûrbûna pêwandîyên herdu welata qulix bike.
Derbarê wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye.
Wezîrê karên der fikir elam kirîye,wekî pêwandîyên Yêrêvanê û Waşîngtonê îdî gihîştîne û werguhastina wane bona hevkarîya stratêjî hema cîhdane.
“Pêwandîyên Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî gihîştine wê derecê, wekî werguhastina wan, ya berbi hevkarîya stratêjî ne tenê cîhdane, lê nava halê gêopolîtîkîyî giranda girînge”,- Mîrzoyan gotîye.
Wezîrê karên der usa jî bi hêvîdarî gotîye, wekî dokûmênta tevî Ermenîstanê îmzekirî wê çawa xerîta rê bona pêwandîyên pêşerojê qulixke.
“Bila qanûndarîya hevkarîya stratêjî, ya Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, çawa xerîta rê bona destanînên tomerî û pêwandîyên ku kûr dibin, qulix bike”,-Ararat Mîrzoyan gotîye.
Em bêjin, wekî Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî 14 ê meha çile qanûndarîya derheqa hevkarîya stratêjîda îmze kirin.







