H’emû nûçeSereke

Krêmlê hûrgilîyên pêwendiya telefonî ya Paşînyan-Pûtîn eşkere kirîye

Krêmlê detayên peywendiya têlefonê ya di navbera serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Fêdêrasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn  ku  17 ê çileyê de pêk hatîye eşkere kirîye.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, hûrgiliyên wê pêwendiya têlêfonî di daxuyaniyekê de ku ji aliyê servîsa çapemeniyê ya Kremlê ve hatiye belavkirin, hatiye raberkirin.

Hat diyarkirin ku Vladîmîr Pûtîn û Nîkol Paşînyan di pêwendiyeke têlêfonê de li ser mijarên têkildarî kûrkirina hevkariya di navbera her du welatan de axivîn.

Krêmlê diyar kir ku axaftin bi înîsiyatîva aliyên ermenî pêk hatiye.

Li gorî raporê, ji bilî civîna konsêya bilind ya aborî ya Avrasyayê ku di kanûna sala 2024 a de hat lidarxistin, aliyan li ser hin mijarên lezgîn yên kûrkirina hevkariyên întêgrasyonê, di serî de di warê ênêrjiyê de, gotûbêj kirin.

“Nîkol Paşînyan derbarê gavên Yêrêvanê yên dawî yên di çarçoveya têkiliyên bi Yekîtiya Avropayê re, rewş zelal kirîye”.Di daxuyaniyê de hatîye gotin: “Rêberê Rûsyayê şîrove û nirxandinên guncav dan”.

Hat ragihandin ku aliyan ji xebatên hevpar yên di çarçoveya  Yekîtîya Avrasîyayeye Êkonomîkîda, ji bo aboriya Ermenîstanê jî di nav de feydeyên pratîkî yên girîng dîtin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button