Li wezîreta Ermenîstanêye karên der hevdîtina tevî baylozên welatên endamên Yekîtîya Avropayê pêk hatîye

Li wezîreta Ermenîstanêye karên der hevdîtina cîgira wezîrê edaletê Anna Karapêtyanê, cîgirê wezîrê karên hundur Armên Xazaryan, cîgirê wezîrê çandê û sportê Artûr Martîrosyan, serokê îdara wezîreta karên der Samvêl Mkrtçyan, ya tevî baylozên welatên endamên Yekîtîya Avropayê pêk hatîye.
Li gor nûçeya “Armenpress” ê, hatîye dîyarkirinê,wekî gotûbêjkirin dora rojeveke konkrêt, ya hevkarîya dualî, hatîye gotûbêjkirinê.
Bi axaftina derheqa projeya derheqa destpêka pêvajoya bo endamtîya Ermenîstanêye nava Yekîtîya Avropayêda, serokê îdara wezîreta karên der, ya pirsên avropî, Samvêl Mkrtçyan gotîye, wekî birîyara ji alîyê hukumata Ermenîstanêda dayî negorî kûrkirina hevkarîyêye û hewildanên welatîyên Ermenîstanêye.
Wextê hevdîtinê, fikir dora pirsên ewlehîya herêmî hatine pevguhartinê û usa jî bersivên cêrge pirsên baylozên welatên Avropayê hatine dayînê.







