
Du parlamêntarên berê yên Almanyayê yên ku bi hinceta ku ji Adirbêcanê bertîl werdigirin ji bo berjewendîyên Bekûyê yên di Wekîlên Avroparlamêntê de hatibûn sûcdarkirin, derketin pêşberî dadgeha Myûnxênê.
Aksêl Fîşêr û Êdûard Lîntnêr tevlî plana bi navê “Li odeya cilşûştinê ya Adirbaycanê” bûn, ku di sala 2017 a de ji hêla navenda lêkolîna gendelî û sûcên rêxistinkirî ve hat raberkirin.
Bekûyê fondeke veşartî ya bi nirxa 2,9 mîlyard dolarî bikar anî da ku êlîta xwe ya desthilatdar dewlemend bike û bide sîyasetmedarên avropî ji bo baştirkirina îmaja Adirbêcanê di nav rexneyên berbelav yên li ser rewşa mafên mirovan de.







