H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wê wek çavdêr beşdarî tetbîqatên leşkerî yên “Gurcistan-NATO 2025 ” bibe

Ji 28 ê nîsanê heta 8 ê gulanê, tetbîqatên fermandarî û karmendan ji bo pêrsonelên leşkerî yên ji Gurcistanê û welatên NATO ê li navenda perwerde û nirxandina hevbeş ya Gurcistan-NATO (JTEC) , li nêzî Tîbîlîsê wê bên lidarxistin. Ev ji alîyê balyozxaneya Îtalyayêye li Gurcistanê hatîye ragîhand.

Li gorî daxuyanîya balyozxaneyê, armanca tetbîqatan cêribandina şîyanên navenda hevbeş ya perwerde û nirxandinê û cêribandina lîwayê ye, ku di serî de gurcî ye, lê pêrsonelên leşkerî yên navneteweyî jî di nav de ne.

Ji Adirbêcanê, Albanyayê, Bilgarîyayê, Macaristanê, Almanyayê, Yûnanistanê, Polonyayê, Slovakyayê, Amêrîkayê, Tirkîyayê û Fransîyayê jî pêrsonalên leşkerî wê beşdarî tetbîqatê bibin.Di tetbîqatan de Ermenîstan wê bi statûya çavdêr bê  raberlkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button