H’emû nûçeSereke

Li  girtîgeha Bekûyê  Rûbên Vardan ji tiştên here sade miqûf  hiştine:BBC

Wezîrê Arsaxêyî dewletêyî berê Rûbên Vardanyan, yê ku ji alîyê Adirbêcanêda hatibû revandinê û bi neqanûnî li hebsa Bekûyêda tê xweykirinê, nîsana sala 2024 a destbi gireva birçîbûnê kiribû. Çawa ceza, ew cîguhastî odeke başqe kirine. Derheqa wê yekêda BBC ê nivîsîye.

“Li wê odê 24 sehet îşiq pêvakirî bûye, rûyê  çida ew nikarbûye razê û bere-bere zeyîf bûye, advokatê amêrîkî Carêd Gênsêr gotîye, yê ku ji alîyê malbeta Vardanyanda hatîye kirêkirinê û îzin  nedane ku advokat Rûbên Vardanyan bibîne.Xêncî wê yekê Vardanyan mecbûr kirine ku ew wedekî dirêj sekinî bimîne û ji du roja jî zêdetir ew bêav  hiştine. Îzin nedane ku ew kincê xwe bişo û biguhêze û hetanî kaxazê tûlatê jî nedane wî, nehiştine ku ew ne binivîse û bixwîne û ew bi mecbûrî li ser cîhê qirêj razaye”. Gireva birçîbûnê 20 rojî kişnadîye.

Kurê Vardanyan gotîye, wekî bavê wî her dem nama dinivîse û dişîne, lê ew name tu cara nagihîştine cîh.Carina malbetêra li  hev tê bi têlefonê, yan jî bi nama bi destî xaçê Sor biaxivin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button