SerekeSîyasî

Bekû bi lîstina “dadgeheke vekirî” ya serkirdayetîya Qerebaxê hewl dide civaka cîhanê bixapîne

Desthilatdarên Adirbêcanê bi lîstina “dadgehkirina vekirî” di dadgehkirina sexte ya serokên berê yên Komara Qerebaxê de hewl didin civaka navdewletî bixapînin.

Em bînin bîra we ku duyemîn danîşîna dadgehê ya di vê “dozê” de  pêk hat. Ji bersûcan re bi awayekî fermî parêzer û wergêr têne peyda kirin û parêzer jî bi fermî destûr didin ku serlêdanan bikin. Hin parêzeran  bi daxwaza girtinê sewqî hepsa malê kirin û li ser vê yekê dozgerî û “mexdûran” nerazîbûn nîşan dan.

Her wiha zêdeyî 531 hezar kes mexdûrên vê “dozê” ne. Ev “penaber” in –  ji heft herêmên derdora Qerebaxa Çîya ku ji ber şerê ku ji alîyê Adirbêcanê ve hatîye destpêkirin, Ermenîstan û Qerebaxa Çîya terikandine. Em bînin bîra we ku ev sê deh sal in rayedarên Adirbêcanê her gav behsa “mîlyonan” penaberan dikin.

Dozgerî li dadgehê ji alîyê 6 dozgeran ve tê destekkirin.

15 bersûc hene ku di nav wan de serokên berê yên Qerebaxê Arkadî  Xûkasyan, Arayîk  Harûtyûnyan, Bako  Sahakyan, serokê berê yê Qerebaxê Davît  Îşxanyan, wezîrê karên derî  berê  Davît Babayan, wezîrê parastinê yê berê Lêvon Mnasakanyan , Garîk  Martîrosyan, Mêlîksêt Paşayan, Davîd  Allahvêrdyan, Gûrgên  Stêpanyan, Lêvon Balayan, Madat Babayan, Vasîlî  Bêglaryan û Êrîk  Xazaryan.

Rûniştin li dadgeha leşkerî ya Bekûyê bi serokatîya dadger Zêynal Axayêv pêk tê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button