
Hatîye ragihandin ku Tirkiyayê li bendava Tişrînê careke din êrişî sivîlan kiriye.
Li gorî nûçeya ANHA yê, Tirkiyayê êrişî wan kesan kiriye ku li bendava Tişrînê nobedê digirin û birîndar hene.
Êrişên çekdarên “Artêşa niştimanî ya Sûryayê” ya nêzikî Tirkiyayê yên li der-dora pira Qereqozaqê û bendava Tişrînê berdewam dikin.
Xelkê Rojavayê Kurdistanê jî bi armanca parastina bendavê û nîşandina dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan li bendavê nobedê digire.Tirkiyayê heta niha gelek caran êrişî wan sîvîlan kiriye.
Li gorî çavkaniyên nêzîkî rêveberiya xweser di van êrişan de 15 kesan canê xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Divê were gotin ku hunermendê navdar yê kurd Bavê Teyar jî di êrişeke Tirkîyayê de birîndar bûbû û paşê çûbû ser dilovaniya xwe.







