H’emû nûçeSereke

Îraqê biryara vegerandina mal û milkên kurdan daye: serok Barzanî peyamek daye

Serok Mesûd Barzanî li ser qebûlkirina projeya vegerandina mal û milkên kurdan yên li Kerkûkê peyamek belav kirîye û gotîye:“Vegerandina mafê xwedîmafan e”.

Parlamêntoya Îraqê projeyên vegerandina mal û milkên kurd û tirkmênan yên li Kerkûkê, efûya giştî, rastkirina yasaya medenî qebûl kirin.

Serok Barzanî piştî wê biryarê peyamek belav kirîye û ragîhandîye:

“Ev biryar li cîhê xwe ye û vegerandina mafê xwedîmafan e, ji ber vê ez destxweşîyê li serokatîya parlamêntoya Îraqê, fraksîyonên Kurdistanî û hemû wan alîyan dikim ku rola wan di derbazkirin û pejirandina vê yasayê de hebû”.

Derbazkirina van projeyan bi destê yekrêzîya aliyên Kurdistanî bû.

Serok Barzanî li ser vê yekê anî ziman:

“Ez hêvîdar im ku ev bibe destpêkek ji bo rastkirin û çareserkirina hemû wan şaşî û nerastiyên ku li dijî berjewendiyên welatiyên Îraqê di dirêjahiya dîroka dewleta Îraqê de hatine kirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button