H’emû nûçeSereke
Mezlûm Ebdî Donald Tramp pîroz kirîye

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) gênêral Mezlûm Ebdî, serokê Amêrîkayê Donald Tramp pîroz kirîye.
Donald Tramp sonda fermî xwar û bû serokê 47 a yê Amêrîkayê.
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) gênêral Mezlûm Ebdî, bi rêya hesabê xwe yê X ê Donald Tramp pîroz kirîye.
Mezlûm Ebdî bal kişandîye ser têkbirina têrorê û gotîye: “Em dikarin bi hev re ji bo gelên xwe paşerojeke çêtir ava bikin”.
Peyama Mezlûm Ebdî ya pîrozkirinê bi vî rengî ye:
“Em li benda berdewamkirina hevkariyê ne”.
“Li serok Donald Tramp pîroz be.
Em ji bo dabînkirina aramiyê, têkbirina têrorê û piştgiriya aşîtîyê ya li Bakur-rojhilatê Sûryayê li benda berdewamkirina hevkariyê ne.
Em dikarin bi hev re ji bo gelên xwe paşerojeke çêtir ava bikin”.







