H’emû nûçeSereke

Banka navdewletî ya nûavakirin û pêşketinê  ji bo nûjenkirina binesaziya ênêrjiyê ya Ermenîstanê wê 40 mîlyon dolar deyn bide

Meclisa neteweyî li ser pêşnûmeya qanûnê ya “Derbarê tesdîqkirina “Bernameya veguherîna ênêrjîyê ya Ermenîstanê” peymana krêdîyê ya di navbera Komara Ermenîstanê û banka navnetewî ya avakirin û pêşketinê de nîqaş dike. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, cîgira wezîra îdareya herêmî û binesazîya Ermenîstanê Krîstînê Xalêçyan da zanîn ku peyman di tebaxa sala 2024 a de hatîye îmzekirin û banka navnetewî ya avakirin û pêşketinê razî bûye ku 40 mîlyon dolar deyn bide.

“Stratûrên bêtonê yên binerdê piştî ku zêdetirî 40 sal in di xebitandinê de ne, xera bûne û xendekên kabloyê ku di rewşek pir xirab de ne, ji kabloyan re avgiranîyê peyda nakin, ku ev yek jî dibe sedema xerabûna îzolasyonê qatê kabloyan û rûdana qezayan”,- Krîstînê Xalêçyan gotîye.

Tê çaverêkirin ku rêjeya têkçûna pergala êlêktrîkê kêm bibe, pêbawerîya dabînkirina êlêktrîkê bê zêdekirin û lêçûnên xebitandinê dê kêm bibin.

Tê plankirin ku xebatên ji nû ve avakirinê heta sala 2028 a biqede. Serdema vegerandina deyn 25 sal e, 15 ji wan demên keremê ne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button