H’emû nûçeSereke
Li Rûsîyayê gelek meriv fem nakin wekî Ermenîstanê girîngîya xwe unda nekirîye:Alêksandrov

Ez nafikirim, wekî Ermenîstanê kemala xweye berê bona Rûsîyayê unda kirîye.Derheqa wê yekêda sîyasetzanê rûs Mîxayîl Alêksandrov gotîye News am. ê. Nenihêrî girîngîya baregehên Rûsîyayêye li Abxazîyayê û Osîya Başûr, baregeha leşkerîye li Ermenîstanê zêdetir girînge.
Ewî daye dîyarkirin,ê,wekî ew yek tiştê qebûlkirinê nîne ku xeleqa tirkî bê girtinê û Tirkîya bighîje behra Kaspîyê û yekîtîke tirkî sazke.
“Gelek meriv li Rûsîyayê wê yekê fem nakin”,- Alêksandrov gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê,wekî destên Rûsîyayê bi opêrasîyonên leşkerîy li Ûkraînayê girêdayîne. “Piştî serhevdahatina dew û doza Ûkraînayê, guhdarîya Moskvayê wê here ser Kafkasîya Başûr”,-pispor gotîye.







