SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanî û Gûtêrêş tekezî li ser rêzgirtina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  22 ê çile li Davosê bi sêkratarê giştî yê neteweyên yekgirtî Antonîo Gûtêrêş re civîya.

Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraqê û kêşeyên di navbera hukumeta fêdêral û Herêma Kurdistanê de hatine gotûbêjkirin û tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê hatîye kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hewlên nûnerê taybet yê sêkrêtarê giştî yê neteweyên yekgirtî li Iraqê û berpirsê UNAMI li Îraqê  Mihemed El-Hessen ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û parastina aşîtî û aramiyê li Iraqê, bilind nirxand.

Guhartinên li Rojhilata Navîn, agirbesta Gazayê û bi taybet rewşa Sûriyayê, mijareke din ya civînê bû. Her du alî li ser giringiya berdewamiya agirbesta li Gazayê û piştgiriya civaka navdewletî ji bo parastina aşîtî û aramiyê li Sûriyayê hevnêrîn bûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button