H’emû nûçeSîyasî
Zêrên ku li Ermenîstanê têne hilberandin wê dest bi nîşana çêkerê bikin

Zêrên ku li Ermenîstanê têne hilberandin wê dest bi nîşana çêkerê bikin. Pêşnûmeya guherandina qanûna “Metalên bihagiran” 22 ê çileyê de li parlamêntoya Ermenîstanê bi 65 dengên erê û 32 dengên bêla, di xwendina duyemîn û dawî de hatibû qebûlkirin.
Ji ber vê yekê, ji niha û pê ve, hilberîner pêdivî ye ku nîşankirina xwe li tenişta lûleya cêribandinê bi cîh bikin. Li gorî rayedaran, tedbîrek bi vî rengî wê alîkarîya sazîyên teftîşê bike ku li ser kalîte û esilê hin zêrkeran bişopînin, û hem jî dê beşdarî gera belaş ya zêrên ermenî di nav Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de bibe.







