H’emû nûçeSereke

Em aşîtîyê hîvî nakin, lê em pêşnîyar dikin ku hemû pirs bêne helkirinê: Armên Grîgoryan

Desthilatdarîya Ermenîstanê aşîtîyê teweqe nake, lê pêşnîyar dike ku hemû pirs bi rêya edil bêne  helkirinê.

Piştî civîna hukumatê, sêkrêtarê şêwira ewlehîya Ermenstanê Armên Grîgoryan derheqa wê yekêda gotîye rojnamevana.

“Bona helkirina pirsgirêkên tevî Adiribêcanê, Ermenîstanê helkirin pêşnîyar kirine ku pirs bêne helkirinê.Ji wan mînaka yek jî hema têma vekirina rîyaye û Ermenîstanê “Xaçerêya aşîtîyê” pêşnîyar kirîye, bi saya kîjanê em dikarin rêyên herêmê bidine vekirinê.Xêncî wê yekê, em bona hemû pirsa helkirina pêşnîyar dikin, him bona peymana aşîtîyê û him bona dîyarkirina sînora û pirsên mayîn.Em wî alîda pêşda dilivin. Rojeva aşîtîyê pirsa meye serekeye”,- Grîgoryan gotîye.

Bi axaftina derheqa xalên peymanêye qayîlnekirî, Grîgoryan gotîye, wekî Ermenîstan derheqa wanda pêşnîyar  şandine û hîvîya bersiva Bekûyêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button