H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê helkirinên qebûlkirinê pêşnîyarî Adirbêcanê kirîye, lê hetanî niha ji Bekûyê bersiv nehatîye stendinê: Alên Sîmonyan

Peymana aşîtîyê, ya Ermenîstanê û Adirbêcanê hê nehatîye îmzekirinê û piranîya xalên wê hatine hevraqayîlkirinê.

Derbarê wê yekêda wextê gotûbêjkirina bi beşdarbûna serok û cîgirên serokên parlamêntên welatên Avropa Bakûr û Baltîyê, serokê parlamênta Ermenîstanê, Alên Sîmonyan gotîye.

“Me helkirinên qebûlkirinê pêşnîyarî Adirbêcanê kirine, yên ku dikarin ne tenê îzinê bidin ku dokûmênta îmzekin û pêşda herin, lê usa jî bersivên tam bona pirsgirêkên heyî bidin. Mixabin, hetanî niha alîyê ermenî bersiva wê yekê nestendîye”,-Sîmonyan gotîye.

Serokê parlamêntê bona gihîştina aşîtîyê ew yek girîng hesab kirîye wekî pêwîste pirsgirêkên hûmanîtarî bêne helkirinê, ji kîjana ya ewlin hema paşdavegerandina dîlên ermenîye.

Adirbêcan dîsa serokatîya Qerebaxêye berê û usa jî wekîlên mayîn bi neqanûnî li Adirbêcanê xweyî dike. Bi tomerî hildayî, Adirbêcanê îzbat kirîye wekî li cem wan 23 dîlên ermenî hene.Dijî cêrge dîlên ermenî gunehkarkirinên qelp û îşên çêkirî hatine pêşdakişandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button