SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanî: em bi peywendîyên bihêztir û derfetên zêdetir bo paşeroja Kurdistanê ji Davosê vedigerin

Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê peyamek parve kirîye ku tê de hatîye gotinê: “Em bi peywendîyên bihêztir û derfetên zêdetir ji bo paşeroja Kurdistanê ji Davosê vedigerin”.

Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  li ser hesaba xwe ya tora civakî ya X ê peyamek li ser tevlîbûna xwe ya di korbenda Davosê de parve kirîye.

Di peyama serokê hukumeta Herêma Kurdistanê de hatiye gotinê:“Em bi peywendiyên bihêztir û derfetên zêdetir ji bo paşeroja Kurdistanê ji Davosê vedigerin”.

Mesrûr Barzanî li Davosê di dema çar rojan de zêdetirî 15 civînan bi serokwezîr, wezîr, berpirs, weberhêner û xwediyên kompaniyên cîhanî re kirin, û tê de tekez li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û welatan kirin.

Bi tevlîbûna serokê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û zêdetirî du hezar  500 serok û serokwezîr û berpirsên welatan, gera 55 a ya korbenda aborî ya cîhanê li bajarê Davosê yê Swîsrayê  hat destpêkirin.

Korbenda Davosê ji sala 1975 a heta niha berdewam e û ev çar sal in ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevlî wê korbendê dibe, mala Kurdistanê jî ev sala duyê ye li Davosê mêvandariya serok û serkirde û şandên welatan dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button