H’emû nûçeSereke

Piranîya kar hatîye kirinê, lê qayîlkirina du xala dikare wede bixweze: wezîrê karên der derheqa peymana aşîtîyêda xeberdaye

Heger  xwestina sîyasîye pêwîst hebe meriv dikare nava wedekî gelekî kurtda pêvajoya peymana aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bide tomerîkirinê. Li gorî nûçeya “Armenress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Yêrêvanê, nava dorana gotûbêjkirina bi sernavê “Bi hevra boy aşîtîyê û dêmokrasîyê”, gotîye.

Mîrzoyan raberî hazira kirîye, wekî Ermenîstan dicêribîne pêwandîyên xweye tevî cînara Tirkîyayê û Adirbêcanê, bide normalkirinê. Wezîr usa jî xebatên ku tên mîyaserkirinê, raber kirîye.

Bi axaftina derheqa xebatên dora peymana aşîtîya tevî Adirbêcanê, Mîrzoyan gotîye, wekî Ermenîstan tevî Adirbêcanê xebitîye bona ku têksta peymana aşîtîyê bi hevra bidine qayîlkirinê.

“Niha 15 xalên hevra qayîlkirî hene. Piranîya xebatê hatîye kirinê û du xal mane ku hevra bidine qayîlkirinê.Ev yek dikare wedekî dirêj bikişîne. Helkirina van pirsa ewe, ku xwestina sîyasî ji alîyê herdu welatada bê kifşê.Heger xwestina sîyasîye pêwîst hebe meriv dikare nava wedekî gelekî kurtda pêvajoya peymana aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bide tomerîkirinê”,- Ararat Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button