Sekrêtarê konseya ewlekarîyê ya Ermenîstanê, daxuyanîyên ji Adirbêcanê tên, xemgîn dike

Sêkrêtarê konseya ewlekarîyê ya Ermenîstanê Armên Grîgoryan daxuyanîyên êrîşkar yên Adirbêcanê yên li dijî Ermenîstanê bi fikar dibîne.
Armên Grîgoryan 23 ê çile de di civîna bi rojnamevanan re ev mijar anîbû rojevê.
“Ji bilî vê, em firînên giran ji welatên din dibînin, ku bi îhtîmaleke mezin alavên leşkerî vediguhezînin Bekûyê”. Lê ez dixwazim vê yekê jî bibêjim ku di van salên dawî de me di gelek waran de kar kir ku bi qasî ku pêkan aramî li herêmê çêbike. Hebûna mîsyona çavdêrîyê ya Yekîtiya Avropayê li Ermenîstanê, ku em hêvîdar in di demek nêzîk de wê bê dirêjkirin, endambûna Ermenîstanê ya ji bo statûa Romayê, ku bi bawerîya me faktorek girîng e di warê aramîyê de û rêformên leşkerî yên ku li Ermenîstanê têne kirin. Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, Grîgoryan gotîye: “Ev hin faktorên aramîyê ne û em van hemûyan bi hev re digirin ber çavan”.
Serokomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv 8 ê çileyê de di hevpeyvîna xwe ya li gel têlêvîzyonên Adirbêcanê de gefek din li Ermenîstanê xwar. Li hemberî Ermenîstanê rêzeke din sûcdarkirinên derewîn kir û daxuyand ku “Ermenîstan dewleteke faşîst e, faşîzm yan wê serokatîya ermenîyan hilweşîne yan jî Adirbêcan wê bike. Elîyêv carek derew ya bi navê “Korîdora Zangêzûrê” dubare kir û dîyar kir ku ew ê korîdor teqez bê vekirin.







