Serokên meclîsên formata hevkarîya Bakûrê Avropa-Baltîkê wê piştgirîyê bidin întêgrasyona Avropayê ya Ermenîstanê

23 ê çile de, serokê meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê, Alên Sîmonyan, li meclîsa neteweyî pêşwazîya heyetek bi serokatîya serok û cîgirên parlamêntoyên formata hevkarîyê ya “Nordic-Baltic Eight” kirîye.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, li ser vê yekê serokatîya daîreya têkilî û ragîhandinê ya meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê daxuyanîyek da.
Mêvanên dêlêgasîyayê bûn serokê parlamentoya Êstonyayê Rîîgîkogû Laûrî Hûsar, serokê Sêyma Latvîyayê Daîga Mîêrînya, serokê Fînlandîyayê Êdûskûnta Yûssî Halla-Aho, serokê parlamêntoya Norvêgîyayê Stortîng Mesûd Xarahxanî, alîkarê serokê parlamêntoya Danîyayêyî Folkêtîngê Karstên Hongên, cîgirê serokê sêymê yê Lîtvayê Yûozas Olêkas, cîgirê serokê parlamêntoya Swêdayêyî Kîksdagê Forslûnd, û gelek rayedarên din pêk dihat.
Alên Sîmonyan di gotûbêja ku bi qalibekî berfireh hat kirin û parlamênterên meclisa neteweyî ya Komara Ermenîstanê jî beşdar bûn, spasîyên xwe pêşkêşî rayedarên ku hatin Ermenîstanê kir û da zanîn ku serdana şandeke bi vî rengî ya payebilind gelek girîng e ji bo Komara Ermenistanê. “Ez bi navê meclîsa neteweyî û xwe, pabendbûna hemû heyetan ku serdana Ermenîstanê bikin, ji bo piştgirîkirina dêmokrasîya me ya ciwan, girîngîyê dide têkilîyên xwe yên bi her welatekî re, hem wekî hevkarên dualî û hem jî wek endam yan têkildar welatên Yekîtîya Avropayê Ermenîstanê “Komara Ermenîstanê ji bo rêformên dêmokratîk, ku ji bo pêşketina domdar, rêvebirina baş, serwêrîya hiqûqê û pêşketina di warê mafên mirovan de esas in, dimîne”,- serokê meclisa neteweyî ya Komara Ermenîstanê destnîşan kirîye.
Serok û cîgirên serokên meclîsên forma hevkarîya bakûrê Avropa-Baltîkê, ji bo pêşwazîya germ spasîya Alên Sîmonyan kirin û dîyar kirin ku ew ji Ermenîstanê bandor bûne her wiha dîyar kirin ku ew alîkarîya Ermenîstanê ji bo aşîtîya mayînde li herêmê bilind dinirxînin.
Hevdîtinan her wiha li ser hevkarîya di navbera parlamêntoyan, têkilîyên Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê, rêformên ku li Ermenîstanê tên kirin û mijarên din yên girêdayî geşedanên herêmî sekinîn.







