Alîkarê wezîrê Ermenîstanêyî karên derve îhtîmal e ku hêzên parêzvanên sînor yên rûs ji sînorên Ermenîstan-Tirkîyayê û Ermenîstan-Îranê vekişin

Alîkarê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Parûyr Hovhannîsyan îhtîmala ku di encama xurtkirina îmkanên sînoran de cerdevanên sînor yên Rûsyayê ji sînorên Ermenîstan-Tirkîyayê û Ermenîstan-Îranê vekişin.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Parûyr Hovhannîsyan di axaftina xwe ya li gel rojnamevanan de li ser pêşkêşkirina belgeya stratêjîk ya ku di navbera Ermenîstan û Amêrîkayê de hatîye îmzekirin, ragîhand, ku li gorî ww, tîmeke gumrik û ewlehîya sînor ji Amêrîkayê dê ji bo xebatê serdana Ermenîstanê bike bi hevkarên ermenî re li ser ewlehîya sînor ber bi pêşxistina kapasîteyê ve.
Alîkarê wezîr di bersiva pirsa ku tê çi wateyê xurtkirina şîyana sînoran, dîyar kir ku îdî dem hatîye ku Ermenîstan bi hêzên xwe sînorên xwe biparêze.
“Ev her tim ji alîyê welatekî sêyemîn ve dihat kirin. Di dawîyê de divê em bi xwe sînorê xwe kontrol bikin”.
Alîkarê wezîr li ser pirsa gelo mimkûn e ku di encamê de cerdevanên sînor yên Rûsyayê bi tevahî ji sînorên Ermenîstan-Tirkîyayê û Ermenîstan-Îranê vekişin, cîgirê wezîr bersiveke erênî daye.
Alîkarê wezîrê kar der destnîşan kirîye: “Bê guman di cîhaneke îdêal de divê her welatek bikaribe sînorên xwe kontrol bike. Ev piştgirî jî tê wateya zêdekirina şîyanên me bi parvekirina ezmûnên têkildar”.
Piştî ku di 14 ê çile de peymana hevkarîya stratêjîk di navbera Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî de hate îmzekirin, wezîrê karên der yê Dewletên Yekbûyî Êntonî Blînkên ragîhand ku tîmeke gumrikê û ewlekarîya sînor ya amêrîkî wê di hefteyên pêş de serdana Ermenîstanê bike da ku bi hevkarên Ermenîstanê re li ser pêşxistina şîyanên ewlehîya sînor bixebite.







