SerekeSîyasî

Almanîya- rewşenbîrên kurd banga yekrêziyê li partiyên Rojavayê Kurdistanê kirîye

Roja 19 ê kanûna paşîn ya  sala 2025 a li bajarê Hammê yê Almanyayê, konferanseke şêwirmendiyê li ser pêşhatên dawî yên li Sûriya û Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.

Di konferansê de bi dehan rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên serbixwe beşdar bûn.

Di konferansê de banga yekrêziyê li partiyên Rojavayê Kurdistanê encûmena niştîmanî ya kurd ya Sûryayê (ENKS) Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) Partiya Peşverû ya Demokrat ya kurd Sûriyayê , Partiya Yekîtî ya Dêmokrat ya kurd ya Sûriyayê  hat kirin.

Di konfêransê de nameyek ji partiyên Rojavayê Kurdistanê re hat şandin.

Nameya konfêransa şêwirmendiyê ya Hammê ya Almanyayê wiha ye:

“Piştî silavên kurdayetiyê, em hêvîdar in ku hûn di kar û xebatên xwe de her dem serkeftî bin û berjewendiyên bilind yên gelê kurd yên li Rojavayê Kurdistanê li ser her tiştî bigirin.

Xwişk û birayên hêja, roja 19 ê kanûna paşin ya  sala 2025 a li bajarê Hammê yê Almanyayê, konferanseke şêwirmendiyê li ser guherînên dawî yên li Sûriyayê hat lidarxistin.

Di konferansê de bi dehan rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên serbixwe beşdar bûn.

Di encama gotûbêjan de, konfêransê biryar da ku ev name ji we re were şandin da ku pêşniyar û ramanên konfêransê bigihînin we.

Di vê qonaxa dîrokî ya Sûriyayê de û piştî rûxandina rejîma totalîter ya ku bi dehsalan li Sûriyayê desthilatdar bû, yekrêziya kurdan ji bo rûbirûbûna van guherînan û avakirina paşerojeke li gorî xebat û qurbaniyên gelê me pêwîst e.

Em bawer dikin ku diyalog û yekdengiya kurdan bi hemû hêzên xwe ve pir girîng e.

“Kongreyeke neteweyî pêk bînin”

Ji ber vê yekê em dengê xwe digihînin we da ku hûn ji bo yekrêzî û yekhelwestiya kurdan bixebitin û di demeke nêzîk de:

Kongreyeke neteweyî ya kurdî ya ku hemû alî û pêkhateyên siyasî, civaka sivîl û kesayetiyên serbixwe di nav xwe de bicivîne pêk bînin.

Desteyeke nûnertiyê ya kurd hilbijêrin ku berjewendiyên gelê me biparêze û dîtina wî ji bo Sûriyaya paşerojê bîne zimên.

Ev deste bibe nûnerê gelê me di qada neteweyî, niştîmanî, herêmî û navneteweyî de.

Konfêrans dibîne ku doza me ya neteweyî û erdnîgarî li ser Rojavayê Kurdistanê ye ku ji Dêrikê li rojhilat dest pê dike û heta bi Çiyayê Kurmênc (Herêma Efrînê) dirêj dibe.

Her wiha ji ber ku Sûriya welatekî pirnetewe û pirol e, beşdarên konferansê wisa dibînin ku çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyayê sîstemeke federal e ku hemû pêkhateyan wekhev û azad bigire nav xwe.

Li dawiyê em silavên hemû beşdarên konfêransê digihînin we û hêvîdar in ku name û pêşniyarên me li ba we cihê girîngiyê bigirin û îro berî sibê kar ji bo yekrêzî û yekhelwestiya kurdan dest pê bike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button