H’emû nûçeSereke

Wede hatîye ku wezîreta Amêrîkayêye  karên  ji bo hesabpirsîna Adirbecanê bike: Adam  Şîf

Sênatorê Dêmokrat yê amêrîkî Adam Şîf gotîye, dem hatîye ku wezîreta Amêrîkayêye karên der  “Rêjîma Adirbêcanê ji ber binpêkirina mafên mirovan berpirsyar bibîne”.

Ewî bal kişand ser wê yekê ku li Adirbêcanê “dadgehkirina girtîyên sîyasî yên ermenî bi rûniştina girtî tê kirin”.

Ewî li ser Facebook ê nivîsîye: “Pêvajoya qanûnî tune ye. Destûra mêdîyayê nayê dayîn”.

Li Adirbaycanê ji 17 ê çileyê ve rûniştinên dadgeha doza rêberên leşkerî û sîyasî yên berê yên Qerebaxa Çîya tên lidarxistin.

Di nav bersûcan de serokên berê yên Qerebaxê Arkadî Xûkasyan, Bako Sahakyan, Arayîk Harûtyûnyan, wezîrê berê yê dewletê Rûbên Vardanyan, fermandarê berê yê artêşa parastinê Lêvon Mnasakanyan, alîkarê fermandarê berê yê artêşa parastinê Davîd Manûkyan, wezîrê  kaêrn der yê berê Davîd Babayan, û serokê meclisa netewî Davîd Îşxanyan.

Bakû ji têrorîzmê bigire heta avakirina komên çekdar yên neqanûnî sûcên giran li rayedarên berê yên Arsaxê kir.

Berî mehkemekirinê, wezîrê berê yê Dewleta Arsaxê Rûbên Vardanyan, li ser zextên ku li zindana Bekûyê rû bi rû ma gotîye protokolên lêpirsînê sexte bûn, û ew neçar kirin ku wan îmze bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button