H’emû nûçeSereke

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî hewl dide ku dema Ermenîstan bi Adirbêcanê re peymana aşîtîyê îmze bike, xwe têkçûyî hesab neke: Safrastyan

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî hewl dide ku Ermenîstan dema peymana aşîtîyê ya bi Adirbêcanê re îmza dike, xwe têkçûyî hesab neke. Derheqa wê yekêda  tirkzan Rûbên Safrastyan ji News.am re axivî û bal kişand ser wê yekê ku di pêwendîya têlêfonî ya wezîrê Amêrîkayêye karên der  Rûbîo û wezîrê  Tirkîyayêyî karên der Fîdan, daxuyanîya wezîreta  karên der destnîşan kir ku wan li ser girîngîya avakirina aşîtîyek bi îstîqirar û bi rûmet di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de gotûbêj kirin.

“Bi dîtina min peyva sereke di vir de rûmet e, yanî Amêrîka hewl dide ku dema ku Ermenîstan peymanê îmze dike xwe winda neke. Bi dîtina min ev rewşek pir girîng e, ez nikarim bibêjim ku wê encam çi be ji bo Amêrîkayê” ew helwesta, lê bi her awayî divê em vê yekê tomar bikin û bi giştî axaftinên cûre-cûre, têkildarî herêmê di navbera nûnerên navendên cuda yên hêzê de têne kirin û wê berdewam bin. Nirxandina min ya giştî ew e ku herêm niha di nav çend pêvajoyên girîng de ye û wiha gotîye: “Ya yekem ew e ku şerê herêmê di navbera Rojavayê û Rûsyayê de gurtir dibe.

Ewî bal kişand ser wê yekê ku wezîrê karên derve yê Tirkîyayê Hakan Fîdan di van rojên dawîyê de jî bi têlêfonê bi wezîrên karên derve yên Rûsîyayê û Îranê re hevdîtin pêk anîye û gotîye, Tirkîya, Îran û Rûsîya hewl didin li ser herêmê hin nêzîkatîyên hevpar bi hev re pêk bînin.

“Dewletên sereke yên herêmê Tirkîyayê, Îranê, Rûsyayê hewl didin di navbera xwe de hin nêzîkatîyên hevpar yên herêmê pêk bînin. Herêma me ya Kafkasya Başûr ketîye qonaxeke nû ya geşedanên jêostratêjîk, ku nû dest pê dike.

Li gorî wî tirkzan, divê li ber çavan bê girtin ku Donald Tramp bibe serokê Amêrîkayê, lê di heman demê de li gorî wî tu eleqeyeke taybet ya Tramp bi Başûrê Kafkasyayê re nîne.

Li gorî Rûbên Safrastyan, Amêrîka bi înîsîyatîva korîdora Navîn ya bi ser Ermenîstanê re eleqedar e, ku wê Îran û Rûsyayê derbaz bike.

“Ez difikirim ku ew jî ev nêzîkatî ye ku amêrîkîyan neçar dike ku ji bo aştîyek bi rûmet rêtorîkek weha bikar bînin,”  û nehêle ku axaftinên çalak di navbera aktoran de jî li ser vê mijarê be.

Tirkzan di wê bawerîyê de ye ku mijara korîdora Navîn ku Îran û Rûsyayê derbas dike, wê ji bo Amêrîkayê girîng bimîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button