Mîsyona çavdêriya Yekîtiya Avropayê ya li Ermenîstanê ji bo du salan hat dirêjkirin

Balyozê welatên Yekîtiya Avropayê li Bryûsêlê beriya çend sehetan biryara şandeya sîvîl ya Yekîtiya Avropayê li Ermenîstanê pesend kir, ku li gorî wê biryarê çavdêrên avropî wê heta 19 ê sibata sala 2027 a du salên din li navçeyên sînorî yên Ermenîstanê bimînin.
Li gorî Rîkard Yozyak, Yekîtiya Ewropî erka mîsyonê ya ku berî du salan hatibû dayîn neguherand: ji bo kêmkirina hejmara bûyerên li sînorên Ermenîstanê û navçeyên şer û pevçûnan, kêmkirina asta metirsiya li ser nifûsa ku li wan herêman dijîn, û bi vî awayî beşdarî pêvajoya aştiyê li ser asayîkirina têkiliyên Ermenîstanê-Adirbêcanê.
Pêkhatî û hejmara çavdêran, li gorî pêşnûmeya biryarê, wê bê guhertin bimîne: 165 karmendên navneteweyî û 44 karmendên ermenî.
Li gor nûneratiya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê, divê di demek nêzîk de ev biryar ji aliyê wezîrên der yên welatên endamên Yekîtîya Avropayê ve jî were pesendkirin, ku bi rastî jî rengekî fermî ye, ji ber ku balyozên wan welatan îro nêrîna hukumetên xwe diyar kirin.
Li gorî daxuyaniya fermî, herêma çavdêriyê ya mîsyonê li tevahiya sînorê Ermenistan-Adirbêcanê, beşa Naxîçevan jî di nav de ye.







