H’emû nûçeSereke

Wekîlên Avroparlamêntê  bang li Adirbêcanê kirine ku serokên berê yên Qerebaxa Çîya û hemû ermenîyên din  aza berde

Di pêşnûmeya ku ji alîyê meclîsa parlamêntaran ya Konsêya Avropayê ve hatîye qebûlkirin  ji Adirbêcanê hat xwestin ku rayedarên leşkerî û sîyasî yên berê yên Qerebaxê û ermenîyên din  aza  berde.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, di daxuyanîya ku ji alîyê Wekîlên Avroparlamêntê ve hatîye dayîn  hatîye gotin.

Di biryarnameyê de behsa nûnerên berê yên leşkerî û sîyasî yên Qerebaxê û kesên din yên ku li Adirbêcanê bi tometên neyasayî û sexte hatine girtin, hatîye kirin û daxwaz ji Adirbêcanê hatîye kirin ku van kesan azad bike.

Di biryarnameyê de hatîye gotin: “Meclîs çavdêrîya rewşa li Qerebaxê û hemû girtîyan û girtîyên şer yên niha li Adirbêcanê ne, didomîne û daxwaza azadkirina wan dubare dike”.

Meclîsê her wiha dilgiranîya cidî li ser xirabkirina dêmokrasî, serwêrîya hiqûq û mafên mirovan li Adirbêcanê anî ziman.

Di biryarnameyê de hatîye gotin: “Meclîs bi giranî ji xiravbûna dêmokrasîya li Adirbêcanê, tundîya li dijî çalakvanên sîyasî û civaka sîvîl, nûnerên mêdyayê û rexnegirên din yên desthilatdarîyê bi fikar e”.

Di biryarnameyê de bang li rayedarên Adirbêcanê tê kirin ku dest ji çewisandinê berdin û hemû kesên ku ji ber sedemên sîyasî hatine girtin  serbest berdin.

Ew bang li rayedaran dike ku li gorî pêşnîyarên komîsyona Vênêtîkê, qanûna partîyên sîyasî û yasaya ragîhandinê û qanûnên têkildarî rêxistinên sîvîl biguherînin.

Di biryarnameyê de her wiha hatîye gotin ku hilbijartinên serokomarîyê yên sala 2024 a li Adirbêcanê ne li gorî pîvanên navneteweyî yên hilbijartinên dêmokratîk bûn û di bin sînordarkirina azadîya axaftin û civînê de hatin lidarxistin.

Adirbêcan heyîna 23 dîlên ermenî yên şer piştrast dike. Di nav wan de nûnerên serkirdayetîya leşkerî-sîyasî ya berê ya Qerebaxê jî hene, ku piştî êrîşa leşkerî ya Adirbêcanê li dijî Qerebaxê îlona  sala 2023 de, bi awayekî neqanûnî hatin girtin û bo Bekûyê hatin veguhestin. Van rojan li Bekûyê li dijî girtîyên ermenî mehkemeyên bi fêde tên kirin. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhand ku di destê Ermenîstanê de agahîyên îstixbaratî hene ku li dijî girtîyên ermenî yên li Adirbêcanê di dema darizandinê de ji bo îfadeyên ku wê li dijî Ermenîstanê bên bikaranîn, rêyên qedexe tên bikaranîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button