H’emû nûçeSereke

Wekîlên Avroparlamêntê  pêşwazî li pabendbûna Ermenîstanê ya ji bo pêşketina dêmokratîk dike

Meclîsa parlamênteran ya Konseya Avropayê biryarnameyek pejirand ku pabendbûna Ermenîstanê ya ji bo rêforman û pêşketina dêmokratîk erênî dinirxîne.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, di daxuyanîya ku ji alîyê  Wekîlên Avroparlamêntê  ve hatîye dayîn  hatîye gotin.

Hat destnîşankirin ku di nîqaşa ku li civîna zivistanê ya  Wekîlên Avroparlamêntê   ya li Strasbûrgê hat kirin rewşa welatên endam ya sala 2024 a hat nirxandin.

Di encamê de biryara jimare 2580 hat qebûlkirin û tê de tê gotin ku  Wekîlên Avroparlamêntê  xebatên komîtêya şopandinê ya ku rewşa 14 welatan dişopîne, bilind dinirxîne.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin:”Meclîs, biryara 2560 (2024) bi bîr xist, tevî kêşeyên ewlekarî yên girîng yên ku rû bi rû maye, domdarîya Ermenîstanê ya ji bo pêşketina dêmokratîk pêşwazî dike.

Ew pêşwazîyê li tevlêbûna yasa û proseya şefaf dike ku bingeha çaksazîya yasaya hilbijartinê ye û di wê bawerîyê de ye ku mebesta wê lidarxistina hilbijartinên bi rastî dêmokratîk e ku bawerîya gelê ermenî bi dest xistîye û bi giranî gihîştîye armanca xwe.

Di biryarnameyê de hatîye gotin: “Meclîs xemgîn e ku hewaya sîyasî gelekî polarîze û nakok e û bang li hemû alîyên têkildar dike ku têkilîyên parlamentoyê di navbera piranîyê û opozîsyonê de baştir bikin”.

Di biryarnameyê de bang li rayedarên Ermenîstanê tê kirin ku rêformên di sîstêma dadwerî û mêdyayê de, di warê azadîya ramanê de jî berdewam bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button