Nava raportên Avropayêye salêda usa jî derheqa pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda hatîye dîyarkirinê

Li komîsîya Avropayêye pêwandîyên der raportên tomerî, yên ewlehî û Yekîtîya Avropayêye der bona dengdayînê hatine pêşdakişandinê.
Nava herdu raportada jî derheqa pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda hatîye dîyarkrinê.Herdu raport jî rola mîsîya Yekîtîya Avropayêye li Ermnîstanê û usa jî piştgirîya fonda Avropayêye aşîtîyê silav dikin. Parlamêntvanên parlamênta Avropayê birîyara Ermenîstanêye derheqa qerimandina xebatên xweye nava Organîzeya Peymana Ewlehîya Kolêktîvda silav dikin.Derheqa pêwîstîya azaberdana dîlên ermenîye li Bekûyê hatîye bîranînê.
Usa jî derheqa paşdavegerandina ermenîyên Arsaxêda, ya paşdaçûyîna li malên xwe, hatîye dîyarkirinê.
Parlamêntvanên avropî dewê dikin ku hevkarîya ênêrgêtîkîye tevî Adirbêcanê bidine sekinandinê û bang dikin ku welatên Avropayê piştgirîyê nedine Adirbêcanê.







