H’emû nûçeSereke

Şêwira Avropayê mandata mîsîya sîvîl, ya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê bi wedê du salava daye dirêjkirinê

Şêwira Avropayê mandata mîsîya sîvîl, ya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê bi wedê du salava, hetanî 19 ê sibata sala 2027 a, daye dirêjkirinê.

“Mîsîya Yekîtîya Avropayê beşeke girînge, ya cedandinên Yekîtîya Avropayêye, ya bona xweykirina aşîtîyê û qewînbûnê. Meremê mîsîyayê ewe ku cîhda nasîya xwe bide hal û derheqa wê yekêda raporta amadeke û bi wê yekê piştgirîyê bide qewînbûna aminayêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda. Pirsên mîsîyayê li gorî mandatê nayêne guhartinê”,-nava birîyarêda hatîye dîyarkirinê.

Em bêjin,wekî ji 200 î zêdetir xebatkar dikevine nava mîsîya bi serokatîya Marûks Rîtêr.Pêşezan û dîtindarên ji 25 welatên Yekîtîya Avropayê û usa jî ji Kanadayê beşdarî mîsîyayê dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button