Banka veberhênanê ya avropî û Ameriabank hêzên xwe didin hev da ku 105 mîlyon yûro piştgirîya krêdîyê bidin karsazîyên biçûk

Banka beberhênanê ya avropî ji bo cara yekem bi Ameriabank re hevkarî kir û bi nirxê 105 mîlyon yûro fînansek dabîn kir, ku krêdîya wê ya raste-rast ya herî mezin e ji bo bankek li herêma Kafkasya Başûr.
Li gorî rapora “Armenpress”ê, di daxuyanîya çapemenîyê ya banka veberhênanê ya avropî de hatîye gotin ku armanca danûstandinê fînansekirina veberhênanên mezinbûn, pêşbazî û pratîkên zêdetir ekolojîk û domdar ji hêla pargîdanîyên mîkro, biçûk û navîn û pargîdanîyên kapasîteya navîn ve ye ku li welêt dixebitin.
Fînanse wê rê bide Ameriabank ku deynên bi arzanî bide karsazîyên herêmî. Tê çaverêkirin ku nêzîkî 400 karsazîyên biçûk û navîn ji vê deynê sûd werbigirin, ku wê di aborîya Ermenîstanê de bi qasî 15 000 karan peyda bike. Bi kêmanî 20 selefê deyn wê ji bo veberhênanên ekoveberhênanan bê şandin, ku wê alîkarîya Ermenîstanê bike ku derbazî aborîyeke domdar û berxwedêr bibe.
“Em kêfxweş in ku bi Ameriabank re hevkarîyê dikin da ku sêktora taybet ya Ermenîstanê bi hêz bike û geşepêdana aborî ya domdar pêş bixe. Cîgira seroka banka veberhênana Avropayê li Ermenîstanê kontrolkerê çalakîyê dike Têrêza Çêrvînskayê, gotîye.
Li gorî balyoz Vasîlîs Maragos, serokê dêlegasyona Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê, bi piştgirîkirina pargîdaniyên mîkro, biçûk û navîn yên Ermenîstanê, ew pabend in ku bêtir piştgirî bidin sêktora taybetî ya Ermenîstanê û beşdarî peydakirina hewcedarîyên bilez yên ji bo gihîştina darayî bibin.
Bi rêya tora berfireh ya Ameriabank, fon dê bigihîje karsazîyên ku kêm xizmet têne kirin, ku wan di mezinbûnê de veberhênanê bike, pêşbazîyê baştir bike û pratîkên domdar yên jîngehê qebûl bike.
“Em kêfxweş in ku bi bankeya veberhênanê ya avropî re hevkarîyê dikin, soza xwe ya ji bo piştgirîkirina pargîdaniyên biçûk û navîn yên li Ermenistanê dubare dikin bi awayekî girîng beşdarî mezinbûna aborî ya Ermenîstanê dibe”. Wek deyndêra herî mezin ya aborîya Ermenîstanê, bi portfolîyoyek girîng di sêktora darayî ya kesk û domdar de, em dixwazin bawerîya xwe dîyar bikin ku em dikarin pêşerojeke aborî ya domdartir û berfirehtir ji bo Ermenîstanê ava bikin”.







