Hospîtala wezîreta parastinê, ya mobayl li baza amêrîkîye li Almanîyayê beşdarî telîmên pirmilet dibe

Nava dorana hevkarîya Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîda, hospîtala mobayl, ya wezîreta Ermenîstanêye parastinê li baza amêrîkîye li Almanîyayê beşdarî telîmên pirmilet, yên bi navê “Helkirina tevayî-2025” dibe. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirine.
Teşkîla hospîtala wezîreta parastinê û hevkarên gvardîya amêrîkîye miletîyê bi hevra nava qewilên dijwarda birîndara qebûl dikin û alîkarîya doxtirîyê didine wan, emelyeta dikin û êvakûasîya birîndara teşkîl dikin.
Armanca wan telîma ewe, ku dereca amadebûna qulixçîyên hospîtalê bidine bilindkirinê, ku ew bikaribin nava qewilên dijwarda karebûnên xweye profêsîyonal bidine teşkîlkirinê û usa jî dereca teşkîlkirina hevkarîya nava atmosifêra pirmiletîyêda bidine bilindkirinê.







