H’emû nûçeSereke
Balafira Adirbêcanê ku di meha kanûnê de ketibû xwarê, bi mûşeka Pantsir-S ya Rûsyayê hatibû lêxistin

Çevkaniyeke hukumeta Adirbêcanê ji Reutersê re ragihandîye, ku 25 ê kanûna sala 2024 a de firokeyeke Adirbêcanê ya rêhewaya Adirbêcanê ku ji Bekûyê diçû Grozniyê bi mûşekeke sîstema berevaniya esmanî ya Rûsyayê Pantsir-S hatîye lêxistin.
Beriya niha hatibû ragihandin ku rapora destpêkê ya li ser ketina balafira AZAL ê ya li nêzîkî Aktauyê wê di rojên pêş de ji aliyê wezîrê veguhastinê yê Qazaxistanê Marat Karabayêv ve bê eşkerekirin.
Di balafirê de 69 rêwî û 5 xebatkarên balafirê hebûn, 29 ji wan sax mane.







