H’emû nûçeSereke

Komîteya Sênatoya Amerîkayê namzediya Tulsî Gabbardê ji bo rêveberê îstixbarata neteweyî piştrast kirîye

Komîtêya îstixbaratî ya Sênatoya Amêrîkayê bi yekdengî namzedîya Tûlsî Gabbardê ku ji alîyê serokê Amêrîkayê Donald Tramp ve bo posta rêveberê îstîxbarata netewî hatîye destnîşankirin, pesend kirîye.

Li gorî “Armenpress”ê, ev yek ji hêla platforma nûçeyan ya Axios ve hatîye ragihandin, neh sênatora piştgirî dan Gabbardê, 8 jî li dijî wê derketin.

Wek ku Axios destnîşan dike, Gabbard rastî “pirsên dijwar” hatîye di dema guhdarîkirina wê de, di nav de derbarê laboratoryayên biyolojîk yên amêrîkî li Ukraînayê û gera wê ya ji bo Sûryayê, wê karîbû piştgiriyekê peyda bike tenê piştî ku wê red kir ku efûkirina peymankarê berê yê ajansa ewlekariya neteweyî Edvard Snoûdên bike û soz da ku komîteyê agahdarî li ser gerên xwe yên derve ji hêla sênatoran ve bê pejirandin.

Sala 2019 a de, Gabbard, li gel çend sênatorên din yên amêrîkî û civata nûneran, piştgirîya bi hevrêzîya biryara naskirina komkujîya Ermenîyan û bîranîna daîmî ya komkujîya Ermenîyan ji alîyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button