H’emû nûçeSereke

Pêrspêktîvên pêşkeftina hevkarîya stratêcî, ya di navbera Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîda, hatine gotûbêjkirinê

Nîkol Paşînyanê serokwezîr li Waşîngtonê rastî wekîlên Sênat û Kongrêsa Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, sênator Rocêr Wîkêr, kongrêsmên Êndî Harrîs, Frênk Palon û Rîçard Hadson hatîye.

Wextê hevdîtinê, pêrspêktîvên pêşkeftina hevkarîya stratêcîye di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyîda hatine gotûbêjkirinê.

Nîkol Paşînyan îmzekirina dokûmênta hevkarîya stratêcîye di navbera Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîda girîng hesab kirîye û daye dîyarkirinê,wekî hukumata Ermenîstanê amadeye wê hevkarîyê bide kûrkirinê û berfirehkirinê. Serokwezîr derheqa piştgirîya amêrîkîye bo Ermenîstanê, bona bilindkirina sîstêma serkarîkirina dewletê, qewînkirina înstîtûtên dêmokratîk û mîyaserkirina werguhastinada daye kifşê.

Beşdarên hevdîtinê pêwîstîya çareserîya aşîtîyê û qewînbûnê girîng hesab kirine û derheqa mîyaserkirina înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” dane dîyarkirinê.Paşînyanê serokwezîr rojeva hukumata Ermenîstanêye bona aminaya hindava aşîtîyê careke mayîn îzbat kirîye û nava pirsa qewînbûna li Kafkasîya Başûr rola Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî girîng hesab kirîye.

Sênator Wîkêr û kongrêsmêna derheqa piştgirîya xweye hindava pêşkeftina pêwandîyên dualî îzbat kirine û derheqa girîngîya kûrbûna hevkarîyêda xeberdane.

Wextê hevdîtinê, xeberdan usa jî derheqa pêvajoya aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, mecalên vekirina rêyên herêmî û usa jî pêrspêktîvên pêşxistina hevkarîya dualî û piralî dane dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button