H’emû nûçeSereke

Rapora destpêkê ya li ser ketina balafira Adirbêcanê ya li nêzîkî balafirgeha Aktauyê hatîye weşandin

Wezîreta transportê ya Qazaxistanê derbarê ketina balafira Adirbêcanê ya li nêzîkî balafirgeha Aktaûê de rapora destpêkê weşandîye.
Tê gotin ku lêkolînên ku di çarçoveya raporê de tên kirin nayê wateya tesbîtkirina sûc û berpirsiyariya tu aliyekî. Di heman demê de, di belgeyê de tê gotin ku “agahiyên ku hatine pêşkêşkirin destpêkê ne û piştî lêkolîna hemû materyalan dikarin bên sererastkirin û zêdekirin”.
Li gorî raporê, balafir hatîye lêxistin û pîlot jî hatîye bêbandorkirin.
Li gorî rapora destpêkê, piştî ku kar bi dawî bibe, wê rapora dawî ya encamên lêkolîna ketina balafirê bê amadekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button