
Bûyerên vê dawîyê yên li Sûrîyayê bûne sedema bihêzkirina pêgehên Tirkîyayê, û Tirkîyayê berpirsîyarîyên mezin hilgirtîye ser milê xwe, ku barekî mezin e, di warê birêvebirina proseya veguhestina desthilatê li welatê cînar û wergirtina roleke sereke li wir berê çavkanîyên girîng razandine. Lê Tirkîya naxwaze li Başûrê Kafkasya jî heman rol bilîze û raste-rast bi heman tundî û berfirehî tevlî pêvajoyên herêmî bibe.
Akadêmîk û tirkzan Rûbên Safrastyan di hevpeyvîna xwe ya bi “Armenpress” ê re ev nêrîna xwe anî ziman û bersiva vê pirsê da ku pêvajoyên li Sûrîyayê diqewimin wê çi bandorê li herêma Kafkasya Başûr bike û asta tevlîbûna Tirkîyayê wê çiqasî mezin be.
Niha ne di berjewendîya Tirkîyayê de ye ku rewşa li Başûrê Kafkasyayê zêde bibe û neçar bimîne ku destwerdana geşedanan bike. Heger em bi awayekî berfirehtir li vê mijara stratêjîk binêrin, divê were zanîn ku niha li Rojhilata Navîn qonaxeke girîng ya guhertinên jêopolîtîk diqewime, ku armanca wê heta radeyekê vekişîna Amêrîkayê ji herêma Rojhilata Navîn e ku wê bibe sedem ku Tirkîya bi rêkeftina li gel alîyên amêrîkî, bi avêtina gavên pêwîst û wergirtina piştevaniya guncaw, wê hewl bide wê valahîyê dagire. Safrastyan gotîye:”Ev jî dihêle ku em bigihîjin wê encamê ku Tirkîya wê li Başûrê Kafkasya roleke zêde aktîv negere û rewşê aloztir bike”.
Li gorî çavdêriya wî, di van salên dawî de Tirkîya bi serokatîya Êrdogan sîyasetekê dimeşîne ku armanca wê ya stratêjîk ew e ku Tirkîya bike yek ji welatên herî girîng yên biryardanê yên cîhanê. Êrdogan jî dîyar kir ku cîhan mezintir e û tenê bi 5 endamên daîmî yên konsêya ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî re sînordar namîne.Serokkomarê Tirkîyayê hewl dide welatê xwe bike lîstikvaneke cîhanî, lê giringîya Başûrê Kafkasya ji bo wî weke çend sal berê nîne.
“Tirkîya niha eleqedar e ku statûya ku ji ber bihêzbûna opozîsyona wê ya li herêma me pêk tê, di peymana ermenîya-azêrîya de jî were belgekirin û ji bo Adirbêcanê guncan e”. “Ez wisa difikirim ku Tirkîya di demeke nêz de naxwaze rageşîya li vir zêde bibe yan jî li wir şerekî nû derkeve”.
Safrastyan di bersiva vê pirsê de ku çima Tirkîya dev ji axaftinên şerxwaz û berfirehxwaz yên rêberê Adirbêcanê bernade, Safrastyan tekez kir ku di qonaxa niha de cudahîya nêrînan di navbera Tirkîyayê û Adirbêcanê de derketiye holê. Li gorî wî, Enqere bi armancên jêopolîtîk û stratêjîk bi rê ve dibe, planên cîhanî ji xwe re datîne, lê asoya Adirbêcanê pir piçûktir û tengtir e.
“Ji bo Bekûyê ne girîng e ku bi Ermenîstanê re peymanek were îmzekirin, lê derxistina tawîzên mezin ji welatê cînar, ji ber vê yekê ji bo zextê li Ermenîstanê bike gotinên şerker bikar tîne”. Lê ez ne di wê bawerîyê de me ku bingeha wê gotinê, destpêkirina şerekî rasteqîne li dijî Ermenîstanê ye, ji ber ku gotin û rastî tiştên cuda ne. Tirkzan dîyar kirîye: “Tevî vê rewşê jî, divê em timî hişyar bin û ji her macera û êrişekê re amade bin”.
Li gorî Safrastyan, Tirkîya niha naxwaze dijberîya Rûsyayê û Îranê li Kafkasya Başûr bike û bi tiştên ku niha di destê xwe de ye razî ye, her çend ne dûr e ku ew hewl bide ku pêgehên xwe zêdetir bihêz bike.
“Tirkîya bi tenê tevlî lîstikên din yên mezin dibe û wek mînak li Sûrîyayê serkeftin bi dest xist, ji ber ku bi hev re opozîsyon û mêlên bandora Rûsyayê û Îranê li wir lawaz bûn”. Rûsya, ji alîyê xwe ve, bi giranî bi nakokîya bi Ûkraînayê re mijûl e û ne eleqedar e ku germeke nû ya rû bi rûbûnê li Kafkasya Başûr derkeve holê. Tirkzan di dawîya axaftina xwe de wiha gotîye: “Rûsyayê, Îranê û Tirkîyayê bi sedsalan ji bo herêma me şer kirine û di encama tevlihevîyeke balkêş de her sê jî li dijî têkçûna tund a rewşa li Başûrê Kafkasyayê ne”.







