SerekeSîyasî

Hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-Amêrîkayê mêxanîzmayeke sazûmanî ye û ne girêdayî tîma sîyasî ya desthilatdar ya Dewletên Yekbûîy ye: hevpeyvîn di gel cîgirê wezîrê karên der

Belgeya hevkariya stratejîk ya ku di navbera Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî de hatîye îmzekirin, mêxanîzmayeke sazûmanî ye ku ne girêdayî tîmê siyasî yê serdest li Waşîngtonê ye û ne rasterast bi faktorên siyasî yên cihêreng yên ku li Dewletên Yekbûyî diqewimin ve girêdayî ye.

Alîkarê wezîrê karên der yê Ermenîstanê Parûyr Hovhannîsyan di hevpeyvîna li gel nûçegîhanê «Armenpress» ê gotîye: belgeya stratejî ya ermenî-amerîkî ya ku di 14 ê çileya  sala 2025 a de li Waşîngtonê hatîye îmzekirin hem xwedî girîngiyeke siyasî û hem jî pratîkî ye. Stratejiya dualî çêkirina formata diyalogê di dema rêveberiya berê ya serokê nû yê Amerîkayê Donald Tramp de pêk hat.

Li gor cîgirê wezîrê karên der yê Komara Ermenîstanê, bilindkirina peywendiyên Yêrêvan-Waşîngtonê bo asteke nû wê bihêle ku hevkarî bi rêveberiya niha re ji opozîsyoneke pir xweştir û pêşverûtir dest pê bike.

Alîkarê wezîrê karên der Paruyr Hovhannîsyan di hevdîtinê de li ser rewşa jeopolîtîk ya niha ya Ermenîstanê, Ermenîstan-Yekîtiya Avropayê, têkiliyên Ermenistan-Rûsyayê û pêvajoya muzakereyên ku di navbera Yêrêvan û Bekûyê de li ser asayîkirina peywendiyan didome rawestiyan.

-Birêz Hovhannîsyan, hûn ê bi giştî rewşa jeopolîtîk ya li dora Komara Ermenîstanê, bi taybetî di çarçoveya herêmî de çawa binirxînin?

-Sal bi pêvajoyên pir dijwar dest pê kir, ku ne tenê bi pêvajoyên destbikarbûna rêveberiya nû ya li Amerîkayê ve girêdayî ye, her wiha bi çend geşedanên din ve girêdayî ye. Belkî dihate dîtin ku wezîreta karên  der jî ji rojên ewil yên salê ve ji bo mîsogerkirina tevlêbûna Ermenîstanê di çend bûyeran de bû. Sal bi xurtbûna têkiliyên ermenî-amerîkî û Ermenîstan-Yekîtiya Avrûpayê derbas bû. Hem seredana wezîrê der ya Waşîngtonê û hem jî gotûbêjên li gel çend şandên Yekîtiya Avropayê li Yêrêvanê. Salê jî bi platformên dualî pir aktîv dest pê kir. Ji bo cara yekê me seredana serokên parlemanên welatên bakur-baltîk pêk anî, ku pêşiyê wê yekê bû ku di dawiyê de wezîrê der bi wezîrên der yên wan welatan re li Maltayê kom bû ya sala 2024 a. Serdana wezîrê der yê Qirgizistanê pêk hat, ku ev çend sal in em nebûne û di nav çend rêxistinên navdewletî de jî çalakî hat dîtin. Sal û rewşa jeopolîtîk belkî dikare wekî tijî zehmetiyan were binavkirin, lê di heman demê de fersendên nû jî bi xwe re tîne. Em ê heta çi radeyê di bikaranîna van îmkanên nû de bi ser bikevin, dem wê diyar bike, lê em di vî warî de tu hewlekê nadin, berjewendiyên Ermenîstanê misoger dikin û hewl didin ku di her alî de çalak bin.

-Di sala 2024 a de di jiyana siyasî ya derve ya Ermenistanê de gelek bûyerên girîng qewimîn. Di vê mijarê de, wek mînak, kûrbûn û aktîvkirina hevkarîya Ermenistan û Yekîtîya Avropayê û hewildanên alîyan di wî warî de ye. Birêz cîgirê wezîr, hûn ê asta niha ya diyalogê di navbera Yêrêvanê û Bryûsêlê de çawa binirxînin, di demek nêzîk de çi pêvajo tên çaverêkirin: warê aborî, çavdêrên Yekîtiya Avropayê li Ermenîstanê, ku mîsyona wan çend roj berê ji aliyê Bryûsêlê ve bo 2 rojên din hat dirêjkirin.

-Dibe ku me bi Yekîtiya Avropayê re serdemek wisa dijwar derbas nekiribe. Ew bi axaftina serokwezîrê Ermenistanê li parlemana avropî di cotmeha sala 2023 de dest pê kir, ku tê de hate ragihandin ku Ermenîstan amade ye heta radeya ku Yekîtiya Avropayê amade ye xwe nêzîkî Yekîtiya Avropî bike. Piştî vê yekê ji Yekîtiya Avropayê daxuyaniyên piştgiriyê hatin dayîn û ji bo bilindkirina asta têkiliyên me yên bi Yekîtiya Avropayê re pêvajoyên dest pê kirin. Arasteya sereke çêkirina bernameyeke nû ya hevkariyê ye û ev danûstandin wê di hefteyên pêş de bêne encamdan, lê hevdem ligel vê yekê, pêşveçûnên din yên girîng jî rû dane. We behsa sêktora ewlehiyê kir. Yekîtiya Avropayê ji bo me tu carî nebûye lîstikvanekî ewqas girîng. Niha bi hatina çavdêrên Yekîtiya Avropî li ser sînorên me, formatên nû yên wek diyaloga siyasî û ewlekarî ku mêxanîzmayeke nû ye û destpêşxeriyên din, Yekîtiya Avropî ji bo me dibe hevkarek pir girîng di warê ewlehiyê de. Her weha divê em behsa asansa aşîtiyê ya avropî bikin, ku em berê bikar tînin, û biryara ku di tîrmeha  sala 2024 a de hat dayîn, li gel biryarek din ya pir girîng, ku ew bû biryara destpêkirina danûstandinan li ser azadkirina rejîma vîzayê. Em gelek sal in hewl didin ku vê yekê misoger bikin, û hûn dizanin ku komek hevalbendên ku di derbarê mijarên bi koçberiyê ve girêdayî ne çiqas parastî ne, lê me karî em piştrast bikin ku ew biryar hate girtin, û danûstandinên bingehîn li ser serbestberdana vîzayê di kanûnê de dest pê kirin. Di heman salê de, em tevlî strukturên Eurojust û Europolê bûn, ku ji bo edalet û têkoşîna li dijî sûcê amûrên girîng in. Di heman demê de hevkariyeke pir nêzîk bi parlamentoya Avropayê re berdewam dike û bêguman îsal emê bernameyeke nû ya hevkariyê îmza bikin û em li bendê ne ku serdanên bilind bo Bryûsêlê û Yêrêvanê bên kirin. Bêgûman, di wê çerçoveyê de wê ev dînamîka wê were domandin û pêşxistin. Yekîtiya Avropayê di warê pêvajoyên demokratîk de wek xêrxwazê ​​me yê herî girîng, piştevanê me yê herî girîng e. Têkilîyên me yên dualî bi çend welatên endamên Yekîtîya Avropayê re bi lez û bez pêşde diçin.

Dirêjkirina mîsyona çavdêriya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê ji bo 2 salên din biryareke gelekî girîng bû. Mîsyona çavdêrîyê di dabînkirina ewlehîya me de roleke sereke dilîze. Niha rewş bi çavê çavdêrekî sêyem û bêalî tê dîtin. Her wiha di zêdekirina asta xwebawerîya xelkê li herêmên me yên sînorî de roleke mezin dilîze. Ev mîsyon di warê çalakîyên binesazîyê de jî bi hejmareke projeyên me re dibe alîkar. Mînak firîna balafirgeha Kapanê jî ji alîyê çavdêran ve tê şopandin.

Em girîngîyeke mezin didin vê yekê, me yekser di asta wezîrê der de bersiv da û em amade ne ji nêzîk ve bi çavdêran re hevkariyê bikin.

-Birêz Hovhannîsyan, ji bilî berfirebûna peywendîyên Ermenîstan û Yekîtiya Avropayê, geşepêdana bêmînak ya peywendiyên ermenî-amerîkî jî hêja ye. Di meha çile ya îsal de Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê belgeyek li ser hevkarîya stratêjîk îmze kirin. Ev tê çi wateyê û çi hêvîyên Yêrêvan ji vê belgeyê heye, li gorî guhertina rêveberîya Dewletên Yekbûyî  çiqasî rêalîst e?

-Bi rastî, li gel Yekîtîya Avropayê, salek di warê geşepêdana têkilîyên ermenî-amerîkî de gelek dijwar bû. Di sala 2019 a de Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî asta têkilîyên xwe bilind kiribûn û di çarçoveya formata dîyaloga stratêjîk de dixebitin. Û di meha hezîrana borî de, di çarçoveya wê dîyalogê de, biryara bilindkirina asta peywendîyan bo asta şirîkatîya stratêjî û avakirina komîtêyeke hevkarîya stratêjîk hat dayîn. Berîya vê yekê civînên komên xebatê yên têkildar, belkî di sala 2023 a de, û di seranserê havînê de me serdanên nedîtî yên şandeyên cîhêreng hebûn, bi hevkarîya nenavendî dest pê kir, çend serdanên kongreyê pêk hatin. Bi rastî, dawîya wê, xala wê ya dawî, îmzakirina wê belgeyê li Waşîngtonê bû, peymana hevkarîya stratêjîk, ku bilindkirina asta peywendîyan fermî dike. Di belgeyê de çar warên sereke yên ku divê hevkarî tê de kûr bibin destnîşan dike: Hevkarîya aborî ye, ku hem di warê cihêrengîya bazirganîyê de hem jî di warê piştgirîkirina berxwedana Ermenîstanê de derfetên nû vedibin. Qada ewlekarî û parastinê girîng e. Di wê îmzakirinê de, piştevanîya Amêrîkayê jî hat destnîşankirin, herwiha alîkarîya hêzên me yên kontrolkirina sînoran hat kirin û di çend warên din de jî dê piştevanîya Amerîkayê zêdetir bibe. Arasteya sêyemîn jî qadên dêmokrasî û edaletê ye. Amêrîka di vî warî de her tim yek ji hevkarên me yên girîng bû û piştgirîya Ermenîstanê jî pêvajoyeke demdirêj bû. Arasteya dawî têkilîyên gel bi mirovan re ye: em behsa bernameyên însanî, perwerdeyî, çandî û yên din dikin, ku ew jî di çarçoveya têkilîyên dostane yên kevneşopî yên di navbera her du welatan de girîng in.

Di belgeyê de hem girîngîya sîyasî û hem jî ya pratîkî heye. Hûn dikarin bipirsin, çima bi rêveberîya derketine? Hûn dizanin, ew dîyaloga stratêjîk, çêkirina formatê, di dema rêveberîya yekem ya serok Donald Tramp de pêk hat, û ev pêvajo tu eleqeya wan bi hebûna tîmek sîyasî ya li Waþîngtonê, ev yan ew tîm, tune. Ev mêxanîzmayên sazî ne ku raste-rast girêdayî faktorên cuda yên sîyasî ne. Berevajî vê, bilindkirina têkilîyan di vê astê de wê bihêle ku em hevkarîya xwe ya bi rêveberîya nû re ji opozîsyonek pir xweştir, pir pêşverûtir dest pê bikin. Tê zanîn ku bi kêmanî di heyama du mehan de li Waþîngtonê tîmeke veguhêz hatibû avakirin, û helbet herdu rêveberîya derçû û rêveberîya nû li ser hemû mijarên bîyanî û yên girîng hevahengîyê kirin, û tiştekî xwezayî ye ku îmzekirina belgeyên bi vî rengî bi rêveberiya nû re jî hat koordînekirin.

Li wir çend biryarên din jî hatin girtin. Ev destpêka mûzakereyên di warê ênêrjîyê de ye, ku helbet wê bi rêveberîya nû re çêbibe û bi awayekî xwezayî li ser wan lihevkirin çêbûye.

Li wir çend biryarên din jî hatin girtin. Ev destpêka mûzakereyên di warê enerjîyê de ye, ku helbet wê bi rêveberîya nû re çêbibe û bi awayekî xwezayî li ser wan lihevkirin çêbûye.

Ermenîstan jî tevlî hevalbendîya li dijî Dewleta Îslamî bû, ku her tim yek ji rêgezên girîng yên têkoşîna me ya hevpar ya li dijî têrorê ye, û em di wê bawerîyê de ne ku ev hevkarî wê bi rêveberîya nû re jî pêş bikeve. Ji ber vê yekê ev pêngav ji bo berdewamkirina hevkarîya me ya bi rêveberîya nû re li ser bingeheke pir bihêztir bû. Serdana serokwezîr bo Waþîngtonê jî heye û ez bawerim bi saya wan hewlan emê dînamîkên bêhempa yên sala borî berdewam bikin.

-Asta niha ya têkilîyên Ermenîstanê û Rûsyayê. Çend roj berê di civîna meclisa neteweyî ya li ser projeya yasaya destpêkirina pêvajoya endametîya Ermenîstanê di Yekîtîya Avropayê de, we behsa peywendîyên Yêrêvanê û Moskvayê kiribû, gotibû ku danûstandinên di navbera wezîrê karên der yê Komarê. Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan û wezîrê karên der yê Fêdêrasîyona Rûsyayê Sêrgêy Lavrov di cewherê xwe de avaker bûn. Bi dîtina we ev serdan wê çi bandorê li peywendîyên Ermenîstan û Rûsyayê bike?

-Ez bawer nakim ku ez li vir zêde bikim. Bi rastî jî civîn pir girîng bû û ji demeke dirêj ve amadekarî dihat kirin. Ne tiştekî sosret e ku bernameyeke me ya pir berfireh li gel Rûsyayê heye, bernameyeke berfireh heye û di vê hevdîtinê de daxwaza her du alîyan ji bo xwedî helwesteke xebat û pratîkî ji hemû pirsgirêkan re nîşan da. Serokwezîr dîyar kiribû ku ne daxwaza me ye ku em têkilîyên xwe bi tu hevkarekî re xerab bikin , berovajî vê yekê hewldanên me ji bo pêkanîna sîyaseteke der ya hevseng e ku berjewendîyên Ermenîstanê mîsoger dike û helbet ev serdan şahîdîya wê bû.

– Birêz Hovhannîsyan, hem di derdorên fermî yên Rûsyayê de, hem jî di warê pisporên ermenî de, tê gotin ku Ermenîstan ji ber ku endama  Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî  ye, nikare di heman demê de bibe endamê Yekîtîya Avropayê. Di van şert û mercan de, Ermenîstan têkilî û hevkarîya bi van her du pêkhateyan re çawa dihesibîne.

-Min di pratîka xwe de di rewşên cîhê de her tim ew peyva ne mûmkin bihîstîye. Cara yekem rewşa li dor SEPA bû (ev belgeya “Hevkarîya berfireh” e ku di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de di sala 2017 de hate îmzekirin), dema ku xuya bû ku, bi tevlîbûna Yekîtîya Avrasyayê re, tu pêrspektîfek tune. Li gel vê yekê me karîbû guhertoyeke siviktir ya wê peymana yekîtîyê hebe. Di rastîyê de, beşa bazirganîya azad zirar dît, lê 75 selef ji bendên hemî beşên hevkarîya sêktorî hatin parastin, ku li gorî rêwerzên avropî, standart  û beşên sîyasî û mafên mirovan hema hema bi tevahî hatine parastin, û SEPA di sala 2021 de hat îmzekirin û kete merîyetê û tê cîbicîkirin. Heman nêzîkatî li derdora sazîya aşîtîyê ya avropî hebû, çawa endamekî rêxistina Ewlekariya Kolektîv dikaribû wê sindoqê bikar bîne, lê ew biryar di tîrmeha sala borî de hat dayîn, û niha ew yek ji amûrên girîng e di warê pêşxistina berevanîya me de. Carina hûn hewce ne ku ji bo pêvajoyên nêzîkatîyeke afirînertir bin. Weke ku me berî kêliyekê behs kir, nêzîkatîya me li vir ew e ku hêdî hêdî hevkarîya xwe bi Yekîtîya Avropayê re pêş bixin û ji hemû bername û sêktorên gengaz sûd werbigirin. Bi taybetî di vê rastîyê de dema ku ne mûmkûn be plansazîyên demdirêj hebin, divê em bi vegotina ku ji hemû derfetan sûd werbigirin tevbigerin. Dema ku rewşên me yên bi pirsgirêk hebin, em ê di wê qonaxê de çareser bikin. Niha nêzîkatîya me di vî warî de qonax e û nêzîkbûna me bi Yekîtîya Avropayê re tam xwedîyê wê vegotinê ye. Pêvajoyeke tevlîhev e, qonaxên wê yên lihevhatî hene û di vê demê de mijara ku çi lihevhatî û çi ne lihevhatî ne di rojeva me de ye.

-Ermenistan û Adirbêcanê ev demeke dirêj e ku li ser asayîkirina têkilîyan danûstandinan dikin. Tevî alozîyên heyî, xalên lihevhatî û nelihevkirî yên peymana potênsîyal, û gefên gelek caran ji alîyê Bekûyê ve,Yêrêvan bi berdewamî biryardarîya xwe ya ji bo gîhandina van danûstandinan bo peymana aşîtîyê ya dawîn nîşan dide. Birêz Hovhannîsyan, hûn pêvajoya niha ya danûstandinên Yêrêvan-Bekûyê çawa dinirxînin û gelo hûn mûhtemel dibînin ku di sala 2025 a de peymana aşîtîyê bê îmzekirin?

-Tiştê xwezayî ye, em mimkûn dibînin û ji ber vê jî em xebatên xwe didomînin. Herî dawî hem serokwezîr hem jî wezîrê karên der li ser van pêvajoyan rawestîyan. Li vir ez tenê dikarim piştrast bikim ku nêzîkatîyên me yên ji bo bidawîkirina peymana aşîtîyê, ku em bi rastî pir nêzîkî wê ne, pêşdabirina proseya sînordarkirinê, ku tê de dînamîkên me yên erênî hene, û vekirina peywendîyan avaker in, bi mebesta ku bi rastî bigihîjin aşîtîyeke aram. Em jî hewl didin ku bertek nedin gotinên hin caran bi êş ku ji welatê cînarê me tên ji ber yek sedemê: parastina wê proseyê û di dawîyê de, pêkanîna aşîtîyê li vê herêmê, ku ev çend sal in tûşî nakokîyan bûye. Ev jî wê bibe şîara me ya îsal. Di wî warî de em ê ji tu hewlekê nerazî bin, em li gel hemû hevpeymanan ji bo piştevaniya wê proseyê kar dikin û helbet divê em bawer bikin ku emê bigihin encamê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button