Me beşdarbûna xweye nava Organîzeya Peymana Ewlehîya Kolêktîvda daye sekinandinê, lê pêwandîyên meye tevî Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî normalin: Paşînyan

Em dîsa endama Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîne, minê pêwandîyên meye nava wê organîzeyêda çawa yên normal qîmet bikira.Derbarê wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li Amêrîkayê gotîye.
“Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî dişuxule û em nava doranên wêda dixebitin.Ji alîkî mayînva jî me beşdarîya xweye nava Organîzeya Ewlehîya Kolêktîvda daye sekinandinê, ya ku hevkara meye ewlehîyêye hîmlîye.Menîya biryarkirina vê yekê ew bû, dema ku Organîzeya Peymana Ewlehîya Kolêktîv borcdarîyên xweye bona garantîya ewlehîya Komara Ermenîstanê neqedand.
Bi tomerî hildayî, gerekê bêjim, wekî em nava pêwandîyên xweye derda nava pêvajoya dîvêrsîfîkasîyayêdanin, ji êkonomîkayê destpêkirî hetanî ewlehîyê”,-Paşînyan gotîye.
Bi gotina wî, Ermenîstan pêwandîyên xwe tevî Yekîtîya Avropayê dide kûrkirinê.Paşînyan daye dîyarkirinê,wekî ji sala 2022 a da destpêkirî mîsîya sîvîl li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê cîhwarkirîye û eva cara ewline,wekî Yekîtîya Avropayê beşdarî rojeva ewlehîya Ermenîstanê dibe. Bi gotina Paşînyan, Ermenîstan hevkarîya tevî Yekîtîya Avropayê dide pêşxistinê û serda zêde kirîye, wekî dîyaloga azakirina vîzada destpê bûye û guman heye wekî ewê lez bighîje dawîyê.







