Paşînyan li dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî gotîye ku herdu xalên tevî Bekûyê qayîlnekirî kîjanin

Nava danûstandinên dora peymana aşîtîyê, yên tevî Adirbêcanê, ji du xalên hevra qaylnekirî yek derheqa li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê cîhwarkirina hêzên alîyê sêemîne. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê hevpeyvîna tevî serokê navenda şêwira atlantîye Avrasîyayê Con Hêrbst gotîye.
“Adirbêcan pêşnîyar dike ku qedexê daynin ser cîhwarkirina hêzên sêemîn û bi wê yekê derheqa dîtindarên avropîda eşaretîyê dide.Em vê xwestina Adirbêcanê qebûl dikin û bi pêşnîyara xwe pêşda tên û dibêjin ku wê xalê tenê li wan beşên sînor bidine xebatê, li kîderê sînor hatîye dîyarkirinê.Dêmek, heger ew beşa sînor, li kîderê sînor hatîye dîyarkirinê, hêzên alîyê sêemîn gerekê tunebin.Me bi pêşnîyara nivîsar ew yek şandîye û hîvîya bersiva Adirbêcanêne”,- ewî gotîye.
Bi gotina Paşînyan, xala mayîn jî derheqa şikyatkirinên li sîstêmên hiqûqîdane: “Fikir ewe ku ew hemû şikyatkirin bêne betalkiinê. Bi tomerî hildayî em dijî vê fikirê nînin, lê pêşnîyara me ne tenê nava betalkirina şikyatkirinadane, lê usa jî nava pêwandîyên dualîda wan pirsa bilind nekin. Heger usa nebe, dikare halekî usa pêşda bê, mesele şikyatkirineke nava sîstêma navneteweyîda tê betalkirinê, lê alîk dicêribîne wê pirsê nava pêwandîyên dualîda bide xebatê û tevlîhevkirina pêşda bîne.
Wî çaxî îdî wê mecal tunebe pirsê derbazî sîstêmên navneteweyî bikin.Em pêşnîyar dikin ku gotûbêjkirinên dora pirsên konflîktê bidine sekinandinê û bona pêwandîyên dualî rûpelê nû vekin.
Heger hûn dibînin, ev yek dide kifşê,wekî hemû pirsên projeya peymana aşîtîyê, yên girîng bi hevra hatine qayîlkirinê”,-Nîkol Paşînyan gotîye.







