H’emû nûçeSereke

Sistbûna Îranê wê derfetê bide Tirkîyayê û Adirbêcanê ku projeya “Korîdora Zangêzûrê” bi cîh bînin: RFI

Wezîrên karên der yên Tirkîyayê û Adirbêcanê di çarçoveya xebatên kûrkirina hevkariyên aborî û bazirganiyê de, meha çileyê li Bekuyê û Stembolê civiyan.

RFI nivîsand ku bingeha van armancan projeya çêkirina rêyeke bi navê “Korîdora Zangêzûrê” ye, ku wê Adirbêcanê bi herêma xweser ya Naxîçevanê ya li ser sînorê Tirkîyayê ve girêbide.

Korîdora ku wê di Ermenîstanê re derbaz bibe, beşek ji vîzyona Tirkîyayê-Adirbêcanê ya pêşxistina rêya bazirganîyê ya di navbera Çînistanê û Avropayê de ye.

Îran bi tundî li dijî korîdora 40 kîlomêtrî ya pêşnîyarkirî ye, ji ber ku çavdêr dibêjin ew ditirsin ku ew rêyek girîng qut bike ku Îran ji bo dorpêçkirina toleyan bikar tîne.

Hevalbenda Îranê Ermenîstan jî li dijî korîdorê wek erka derbazbûna di axa wê de ye. Lê di gel ku Îran ji ber şikestinên li Sûrîyayê û Libnanê lawaz bûye, Bekû û Enqere firsendê dibînin ku bi pêş ve biçin.

Analîsta Tirkîyayê li GlobalSource Partners ê, Attîla Yêsîladayê gotîye: “Îraneke lawazbûyî ji bo Tirkîyayê li Kafkasyayê firsendeke mezin e”.

Sedema ku Ermenîstan li hember çêkirina “Korîdora Zangêzûrê” li ber xwe dide, tenê sozên Îranê yên parastina leşkerî ye”.

Yêsîladayê destnîşan kirîye, lê ji ber ku Îran di bin zexta rêveberîya serokê Dewletên Yekbûyî Donald Tramp de ye, îhtîmala ku Adirbêcan û Tirkîya gefên Îranê ciddî negirin.

Lê ji ber şikestinên Îranê yên li herêmê û metirsîya zêdekirina zextên Waşîngtonê, Tehran hewcedarîya dostên li herêmê heye.

Meha çile de, xuya bû ku Îran dijberîya xwe nerm dike, di gel ku dîplomatekî payebilind yê îranî gotîye ku dijberîya “Korîdora Zangêzûrê” îdî ne pêşanî ye.

Ji ber ku Tirkîya û Adirbêcan gelek sîzayan li dijî Rûsyayê sep nakin, Moskva piştgirîya “Korîdora Zangêzûrê” dike ku rêyek ji bo dorpêçkirina cezayên navneteweyî bi çêkirina rêyên nû yên bazirganîyê di nav welatên ku wan sepandine re çênakin.

Sala borî Amêrîkayê û Ermenîstanê dest bi tetbîqatên leşkerî yên hevbeş kiribûn, wek nîşana nêzîkbûna peywendîyan. Şirovekar texmîn dikin ku Waşîngton heta niha nîyeta Tirkîyayê û Adirbêcanê asteng kirîye.

Lê belê rêveberîya nû ya Tramp hîna derbarê projeya korîdorê de biryar nedaye.

Serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan dixwaze bi Tramp re têkilîyên nêzîk ava bike. Di heman demê de, serokê Tirkîyayê bi mebesta piştgirîkirina hevtayê xwe yê Adirbêcanê Îlham Elîyêv di armanca hevpar de ku welatên xwe bibin pirek di navbera Avropayê û Çînistanê de.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button