H’emû nûçeSereke

Hewce nîne ku karebûnên Ermnîstanêye parastinê  qîmet nekin: baylozê Îîranê

Li gorî baylozê Îranêyî li Ermenîstanê, Îranê bi rîya dîplomatî hemû tiştî bike bona ku li Kafkasîya Başûr êskalasîya nû neqewime.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, fikira wî cûreyî baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî gotîye, dema ku ewî derheqa wê pirsêda xeberdaye ku heger hemû xetên sor bêne teribandinê û Adirbêcan êrîşê bîne ser Ermenîstanê, Îranê gavên çi cûreyî biavêje.

“Em piştgirê wê yekêne ku bi dîyaloga dîplomatî pirsa helkin û em dijî helkirina pirsaye bi qewatêne.Emê hemû cedandina bidine xebatê, usa jî pêwandîyên meye tevî Adirbêcanê û welatên mayîn, bona ku herêma Kafkasîyayê nekeve nava halekî sincirî.Nava pirsa vekirina korîdorêda şirovekirin tune.Îran wê fikira Ermenîstanêra qayîle ku her rêyeke ku welatekî mayîn navra derbazbe, gerekê bin kontrola wî welatîdabe.Ev yek usa jî mafê navneteweyîye. Heger agrêsîya hindava Ermenîstanêda destpêbe, ez difikirim wekî Ermenîstanê bikaribe xwe biparêze.Mecalên Ermenîstanêye parastinê zeyîf nînin û gerekê wan karebûna hesab hildin”,-baylozê Îranê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button