H’emû nûçeSereke

Tramp Maykl Kavukjyan ê bi esilê xweva ermenî wek balyozê Amêrîkayê li Norvêcê kifş kirîye

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emêrîkayê Donald Tramp, Maykl Kavukjyan ku bi esilê xwe ermenî ye, ji bo balyozê Dewletên Yekbûyî yên Emêrîkayê li Padişatîya Norvêcê kifş kirîye.

Li gorî rapora “Armenpress” ê, ev yek ji aliyê serokê Amêrîkayê Donald Tramp ve li ser tora xwe ya civakî ya “Truth” ê bi daxuyaniyekê ragihandîye.

Serokê Amêrîkayê di nivîsa xwe de wiha gotîye: “Ez bi kêfxweşî radigihînim ku Maykl Kavukjyan wê bibe balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê li Padişatîya Norvêcê”.

Li gorî Tramp, Maykl Kavukjyan parêzerekî jêhatî ye ku berê di ajansa îstixbarata navendî ya Dewletên Yekbûyî de wek karmendê operasîyonê kar kiriye.

“Maykl parêzerekî jêhatî ye ku niha wek hevkarekî payebilind li White & Cas ê kar dike, ku wî li çaraliyê cîhanê tîmê dozên bazirganî yên tevlihev li çaraliyê cîhanê bi rê ve biriye. Berê ewî wek xebatkarekî ajansa îstixbarata navendî ji welatê me re xizmet kirîye”.

Donald Tramp, pîrozbahî li Maykl Kavukjyan kirîye:”Maykl mezûnê zanîngeha Stênfordê û dibistana hiqûqê ya Harvardê ye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button