
Wextê rasthatina serokê Sûryayêyî wedelû û Êrdogan armanca hîmlî gihîştina dawîyê bû, ya nava pirsa kurdîda.Derbsarê wê yekêda tirkzan Andranîk Îspîryan gotîye News. am ê.
“Xênxî wê yekê, bona Tirkîyayê girînge ku ew tehsîra xweye sîyasî û êkonomîkî li Sûrîyayê bide qewatkirinê û wî welatî xweva bide girêdanê”,- ewî gotîye.
Bi gotina wî, destpêka opêrasîyonên leşkerîye dijî kurdên li bakûrê Sûrîyayê wê biryarên Trampva girêdayîbe, yê ku dixweze beşke leşkerên amêrîkî ji Sûrîyayê bide derxistinê, piştî kîjanê bona hêzên kurda pirsgirêk wê çêbin.Îspîryan difikire wekî Tirkîyayê gavên nişkêva nevêje, hetanî ku tabîya amêrîkî neyê îzbatîkirinê. “Heger halê nihayî sekinî dirêj berdewambe, Tirkîyayê gavên leşkerî nevêje, lê wê bi destî hêzên hukumata Sûrîyayê wê yekê bike.Bi wê yekêva tevayî, tunekirina faktora kurdî ne Amêrîkayêra, ne jî Îsrayêlêra dest dide, çimkî piştî wê yekê mecalên bona tehsîrkirina ser Sûrîyayê û Tirkîyayê wê undabin”,-pispor gotîye.







