SerekeSîyasî

Yêrêvan nikare lêpirsîna xirabkarîyên dijî ermenîya li mehkema navneteweyî bide sekinandinê: Okampo

Yêrêvan nikare lêpirsîna xirabkarîyên dijî ermenîya li mehkema navneteweyî bide sekinandinê, nenihêrî wê yekê wekî mafê wê heye erza paşda hilde.Derbarê wê yekêda dozgerê mehkema navneteweyîye berê Lûîs Morêno Okampo rûpelê xweyî X ê da nivîsîye.

“Çi jî hebe mafê dozger heye lêpirsîna derheqa xirabkarîyada ji wî wedeyîda, ji 10 ê gulana sala 2021 ê da berdewam bike, nava salekêda heger ew bê paşdagazîkirinê”,- ewî gotîye.

Desthilatdarîya Ermenîstanê salekê pêşda statûta Romayê, ya mehkema navneteweyî îzbat kirîye, bi kîjanê destûrê hebe li mehkemê dijî agrêsîya Bekûyê û xirabkarîyên leşkerî şikyatê xwe bike, nava wanda usa jî ketina nava axa Komara Ermenîstanê, salên 2021-2022 a.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button