H’emû nûçeSereke

Balyozê Rûsyayêyî li Ermenîstanê:Rûsya amade ye ku ji bo pêşxistina belgeya aşîtîyê ya hevseng alîkarîyê bike

Balyozê Rûsyayêyî  li Ermenîstanê Sergêy Kopîrkîn biryardarîya Rûsyayê ya ji bo piştgirîkirina normalîzasîyakirina peywendîyên di navbera Yêrêvanê û Bekûyê de piştrast kirîye, RIA Novosti ê ragîhandîye.

Li gorî balyoz Moskva di rojeva dîyaloga dualî ya ermenîya-rûsa de girîngîyê dide mijarên ewlehîya herêmê.

“Rûsya bi biryar e ku ji bo asayîkirina têkilîyên di navbera Ermenîstan û Adirbecanê de di her warî de ji bo pêşvebirina peymanên sêalî yên ku di navbera  salên 2020-2022 de ji hêla serokên Rûsyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê ve hatine çêkirin, hemî alîkarîyên pêwîst raber bike, di nav de pêşvebirina xalên peymana aşîtîyê yên hevseng û pejirandî, xêzkirina sînoran û vekirina rêgezên ragihandinê yên rûsî”,-Kopîrkîn dîyar kirîye, di resepsîyona bi boneya roja dîplomatên Rûsyayê de axivîye.

Bi gotina wî, peywendîyên hevalbendîya Rûsîyayê û Ermenîstanê li gorî rastîyên nû yên navçe û cîhanê diguncîne, lê hêmana sereke bawerîya her du alîyan e ku hevkarîyeke stratejîk ya nêzîk berjewendîyên bingehîn yên her du welatan û gelên biratî pêk tîne. Kopîrkin da zanîn ku ev helwest bi hevdîtinên wezîrên Ermenîstaneye karen der  û yê Fêdêrasîyona Rûsyayê  Sêrgêy Lavrov û Ararat Mîrzoyan yên  21 ê çile de li Moskvayê pêk hatin, piştrast kirîye.

Ewî gotîye ku peywendîyên bazirganî û aborî yên rûsî-ermenî pêşda diçin, û Rûsîya bi tundî cîhê xwe wek şirîkê sereke yê bazirganî û veberhênana derve ya Ermenîstanê diparêze.

“Pêkhateke girîng ya têkilîyên me, têkilîyên çandî û mirovî, hevkarî di warê perwerdeyê de, û têkilîyên di navbera kesan de ne, ku rêxistinên hevwelatî roleke sereke di wan de dilîzin”,- Kopîrkîn gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button