H’emû nûçeSereke

Ermenîstan, Almanya, Bêlçîka û Komara Çêxîyayê li Yêrêvanê wê rojên avcehê li dar bixin

Bi însiyatîva komîteya tûrîzmê ya wezîreta aboriyê ya Ermenîstanê, li gel Komara Çêxîyayê, Almanyayê û Belçîkayê wê li Yêrêvanê rojên avcehê bên lidarxistin.

Li gorî rapora “Armenpress”ê, ev yek ji aliyê lusine Gevorgyanê, seroka komîteya geştûguzariyê ve hatîye ragihandin û da zanîn ku di hevdîtinên bi bayozên welatên Yekîtiya Avropayê re, wan lihevkirinek pêk anîne ku bi hevkariya Komara Çêxîyayê, Almanyayê û Belçîkayê rojên avchê li Yêrêvanê bên lidarxistin.

Gevorgyanê gotîye: “Divê ez bêjim ku tu eleqeya vê bi fêstîvala “Rojên avceha Yêrêvanê” re nîne. Ev bûyereke cihê ye, ku balyozan bi dilgermî razîbûna xwe dane.

Seroka Komîteyê diyar kirîye ku hevkariya wan bi Fransîyayê û Belçîkayê re jî heye û di çarçoveya van hevdîtinan de tê plankirin ku li Ermenîstanê serdanên hevpar û çalakiyên mezin yên ji bo sêktora şerabê bên lidarxistin.

Komîteya geştûguzariyê herwiha plan dike ku bernameyên geştiyariyê yên hevbeş li gel Gurcistanê û Îranê çalak bike û berfireh bike.

Seroka komîteyê bal kişand ser fêstîvalên salane yên li Ermenîstanê tên lidarxistin û diyar kir ku par 12 fêstîval hatin lidarxistin ku 2 ji wan li Yêrêvanê û yên din jî li herêman bûn.

“Em ê îsal jî heman mantiqê bidomînin” Gevorgyanê gotîye:”Em di wê baweriyê de ne ku divê em welatiyên Ermenîstanê û mêvanên xwe jî ber bi herêman ve bibin. Ji bo ku potênsiyela tûrîzmê ya li herêman zêde bibe, em plan dikin ku qursên bi mebesta başkirina xizmetên geştiyariyê li hemû herêman bê îstîsna li dar bixin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button