Kongrêsmênên Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî berbirî Rûbîo bûne ku hevkarîya stratêcîye tevî Ermenîstanê berdewam bikin

Serokên komîsîya Korngrêsêye pirsên ermenî, Frênk Palon, Gas Bîrîlakîs,Brêd Şêrman û Dêyvîd Valadaon name ser nave sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Marko Rûbîo şandine ku ew hevkarîya stratêcîye tevî Ermenîstanê bidine pêşxistinê.
“Ew yek derî vedike bo ku pêwandîyên diha six bêne kûrkirinê”,-nava namêda hatîye gotinê.
Nevsên amêrîkîye fermî xemgînîya xwe dane dîyarkirinê,wekî Ermenîstan rastî gelek pirsgirêkên cêografî û sîyasî tê, çimkî rîya berbi behrê tune û ew ji alîyê Tirkîyayê û Adirbêcanêda dorpêçkirîye rûyê çida potênsîyala Ermenîstanêye êkonomîkî tê sekinandinê.
“Welatê me gerekê mecalên xwe bide xebatê, ku li ser pêşeroja herêmê tehsîrke, ewlhîya Ermenîstanêye ênêrgêtîkî û aktîvîya êkonomîkî bide qewînkirinê, ya li gorî projeya “Xaçerêya aşîtîyê”.Mecala învêstîsîya wê hebe, deranîna ênêrgîyayê bona Ermenîstanê bidine dîvêrsîfîkasîyakirinê û tehsîra ênêrgêtîkîye ji alîyê Rûsîyayêda bidine kêmkirinê”,- nava dokûmêntêda hatîye gotinê.
Kongrêsmên berbirî sêkrêtarê dewletê bûne ku pêwandîyên nava govekên ewlehîya atomî, usa jî parastinêda bidine pêşxistinê.
“Em bangî sêkrêtarê dewletê dikin ku hêvîdarîya hukumata Ermenîstanê lê binihêrin û têknîka parastinê bidin, kadira amadekin, bona ku yekîtîya axa welêt biparêzin.Ew yek girînge, heger gefxwerinên ji alîyê Adirbêcnêda û yê serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv hesab hildin”,-nava namêda hatîye gotinê.
Nevsên amêrîkîye fermî bangî Waşîngtonê kirine ku Adirbêcanê bona xirabkarîyên leşkerîye li Qerebaxê û paqijkirinên êtnîkî li ber cabdarîyê bidine sekinandinê.
“Aşîtîya wededirêj û ya bi heq di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda dewa wê yekê dike ku gerekê garantîyayên ewlehîya ermenîya hebin, ku ew paşda vegerine Qerebaxê, li cîh û warên kal û bavên xwe.Em bang dikin ku bi aktîvî beşdarî vê pêvajoya aşîtîyê bibin”,-kongrêsmên gotye.
Nava namêda usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî li gorî qayîlnivîsara dawî gerekê ew dîlên ermenîye ku li Adirêbcanê tên xweykirinê, bêne azaberdanê.







