SerekeSîyasî

Rojnamevanê ermenî yê Polsê: “Heger kurd bi hêzên dijî Tirkayê re hevkarîyê bikin wê wek ermenîyan bên tunekirin”

Serokê Partiya tevgera neteweperest ya tundrê ya Tirkîyayê Dêvlêt Bahçêlî di cotmeha sala borî de xwestibû ku tecrîda li ser avaker û rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku li wî welatî tê dîtin, bi dawî bibe. Axaftina Bahçêlî bû sedema nîqaşên germ û destpêkirina pêvajoyeke nû ya diyalogê.

Rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanê ermenî yê  Polsê Hayko Bagdat di hevpeyvîna xwe ya bi Ermenihaber.am re de, li ser daxuyaniyên Dêvlêt Bahçêlî yên vê dawiyê yên ji Ocalan re, îhtîmala banga Ocalan ya ji PKK ê re ku dev ji çekan berde, nirxand û li ser berteka muhtemel ya kurdên herêmê jî nirxandinan kir.

Dozkirinên tawanên siyasî, Hayko Bexdadî neçar kirin ku ji dayikbûna xwe ya Tirkîyayê derkeve û li Almanyayê bi cih bibe. Zulm û tehdîdên li ser wî di sala 2016 a de jî li Tirkiyayê rewşeke gelekî xeternak girtibû.

Hayko Bagdat wek rewşenbîrekî bi têkoşîna xwe ya wêrek ya ji bo naskirina qirkirina Ermenîyan, dêmokrasî, azadiya ramanê û parastina mafên bingehîn yên mirovan tê naskirin.

– Serokê giştî yê Partiya Dêmokratîk ya Gelan ya Tirkîyayê ya rastgir Dêvlêt Bahçêlî xwest tecrîda li ser rêberê damezrîner Abdullah Ocalan bi dawî bibe û gotîye:”Bila were li meclîsê biaxive”. Çima wî ji nişka ve biryar da ku bangek weha bike? Armanc çi ye?

– Divê ev wek banga Dêvlêt Bahçêlî neyê girtin. Dikare bê gotin ku ji bo polîtîkaya ku dewleta tirk ev demek e dimeşîne, rola berdevkê nû girtiye ser xwe.

Tirkiye bi rastî jî ev demeke dirêj e ku siyaseteke firehxwaziyê dimeşîne û dixwaze careke din di tevahiya herêma dîrokî ya Hîntêrlandê (kûrahiya welêt) de ku ji Qerebaxê heta Îraqê, ji Sûriyayê heta Lîbyayê bigihêje rola xwe û di vî warî de hem li Kafkasyayê û hem jî di pêşveçûnên siyaseta cîhanê de û li Rojhilata Navîn derfeteke mezin dîtiye. Tirkîya bi rastî paradîgmaya mayîna bi sedsalan ya di nav sînorên xwe de ku me wek Peymana Netewî bi nav kir, guhert. Ji ber vê yekê îro qada bandora xwe li seranserê Rojhilata Navîn, ji Adirbêcanê heta Sûrîyayyê, ji Îranê heta Îraqê, berfireh kiriye.

Îro yan sibê çîkolata Ulker (bi tirkî) çawa ku li Kurdistana Iraqê tê firotin, li Rojava jî tê firotin. Peymandarên tirk wê hemû herêmê ava bikin û Tirkiya jî di warê aborî, siyasî û leşkerî de wê qada bandora xwe li derveyî sînorên xwe berfireh bike. Ev plan e, di vî warî de kurd jî wek sedsalek berê di nav niqaşên giran de ne.

Yan wê serwêriya Tirkîyayê qebûl bikin û di nav sînorên Tirkîyayê de bimînin, dev ji nasnameya xwe û taybetmendiya xwe berdin, bibin beşek ji “sedsala tirkan” û bikevin bin serwêriya tirkîyayê, yan jî heke bi hêzên din yên herêmî yên ku dijberiya Tirkîyayê dikin re hevkariyê bikin, wê mîna ermeniyan bên tunekirin. Yanî pêşniyara îro ya ji bo kurdan ev e. Dêvlêt Bahçêlî wiha gotiye.

– Heta niha şandeke hêza sîyasî ya Tirkiyayê ya alîgirê kurdan, Partiya Wekheviya Gelan û Dêmokrasiyê (DEM) du caran bi Ocalan re hevdîtin kiriye. Li gorî çapemeniya tirkî, tê payîn ku Ocalan îtirazê bike. Bi dîtina we ew ê bang li PKK ê bike ku çekan berde?

– Ev 40 sal in mijara danîna çekan ya PKK ê tê nîqaşkirin. Di pêvajoya aştiyê ya berê de jî Abdullah Ocalan pêşniyara lidarxistina konfêransekê kiribû ku PKK çekan berde. Çekdarên li Tirkîyayê ji Tirkiyayê derketin. Biryar dan ku dev ji gefên çekdarî yên li ser Tirkiyayê berdin û dest bi danûstandinan bikin. Ev ne rewşeke nû ye.

Abdullah Ocalan di dema borî de nîşan da ku rêxistina xwe di destê wî de ye, lê bi hevsengiya hêzê ya îroyîn re, em behsa Rojava dikin (navê komî yê herêmên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê ku kurd lê dijîn). Li wir artêşek ji 100 000 zêdetir bi çekên navîn heye. Yanî îro ne tenê çekberdana Qendîlê (çiyayên li ser sînorê Îran-Iraqê) ji aliyê PKK ê ve li ser masê ye, herwiha guhertina statuya wê ya li Rojava jî heye. Tirkîya hebûna hêzên çekdar yên kurd li herêmê, bi taybetî jî kurdan tehemûl nake.

Pêvajoya aşîtîyê ya îro ji ya berê gelek aloztir e, ji ber ku ne pêvajoyek e jî. Di pêvajoya berê de em rewşenbîr, zanyar, saziyên sivîl, zanîngeh û medya tev de beşdar bûn. Lê îro Dêvlêt Bahçêlî fermanan dide û her wiha yên rastgir, ji refên AKP û MHP ê yên li dijî vê derdikevin, ji aliyê mafyayê ve tên tehdîtkirin. Alatîn Çakji tehdîd dike. Ji ber vê yekê îro her kesê li dijî axaftina Ocalan ya li meclîsê tehdît dikin. Helbet pêvajoyeke wiha aştiyane nabe.

Ev hukumet hukumeteke sûc e. Rejîmeke dîktator. Yek ji hukumetên herî rastgir uên ku li Komara Tirkîyayê hatiye dîtin. Li Tirkîyyyê avahiyeke ku hemû karên sûc di asta dewletê de bi rê ve dibe, heye.

Yanî ev yek ji me hîs nake ku ji bo gel, kurda, ermenîya, kêmneteweyan tiştekî baş ji vê derbikeve, ya ku me pir xemgîn dike. Her tehdîdên ku em niha rû bi rû dimînin dişibihe ya ku hat serê ermeniyan heger em serwêriya Tirkiyayê qebûl nekin…

Bahçêlî li ser vê yekê axivîye. Em ermenî baş dizanin ku mebesta wî bi bikaranîna rêbazên heta niha nedîtî çi ye. Ji ber vê yekê em ji pêvajoya îro ne dilgerm in, fikarên me yên mezin hene. Dema ku pêvajoya berê hilweşiya, bi deh hezaran kes mirin. Mirov 10 sal in di girtîgehê de ne. Selahedîn Dêmirtaş, hemû siyasetmedar di girtîgehê de ne, encamên pir giran derketin. Tewra bandorek mezin li ser jiyana min ya kesane jî kir. Ji ber vê meseleyê ez neçar mam ku ji Tirkiyayê derkevim.

-Heger ku pêvajo bi awayê ku dewleta tirk dixwaze pêş bikeve, wê çi bê serê Ocalan?

– Bi rastî dewleta tirk îro dikare jê sûd werbigire û ji rewşa Abdullah Ocalan îstîfade bike, heta ku ew sax be (75 salî ye) û dikare biaxive. Dewleta tirk dewleteke mezin e. Amûrên propagandayê pir mezin in. Berê jî çapemeniya AKP ê gelek pesnên Ocalan dabûn û wî weke kesekî girîng bi nav kiribû. Di hebûna MHP ê de her başkirina cezayê Ocalan wê rastî berteka xwe neyê. Dewlet çi dibêje dibe.

– Û çekdarên kurd li Sûriyayê û Iraqê dê çawa li hember daxuyaniyeke muhtemel tevbigerin? Ma ew ê çekên xwe deynin?

– Helbet ne pêkan e ku “Hêzên êrka xweparastinê ya kurdên Sûriyayê” (YPG) çekên xwe deynin. Li Rojhilata Navîn çekan nadin. Dibe ku PKK çalakiyên xwe yên çekdarî li Tirkiyayê rawestîne û xwe belav bike. Bi rastî jî ev demeke dirêj e di navbera gerîlayên PKK ê û Tirkiyayê de hema bêje tu pevçûn çênebûne. YPG ê tu carî gule li Tirkiyayê neavêtiye, ji xeynî xweparastinê êrîşî Tirkiyeyê nekiriye, tu êrîş li ser sînorên wê nekiriye, Tirkiya jî weke gefeke leşkerî nekiriye.

Li gorî têkiliya bi Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) re, rewşa YPG ê dê zelaltir bibe. Pevçûnên li bendava Tişrî û li cihên din bi çeteyên ku em jê re dibêjin “Artêşa neteweyî ya Sûriyayê” hîna jî didomin.

Li qadên di bin kontrola YPG ê de bi balafirên bê mirov êrîş kirin. Wek hedef kuşt. Niha şerek heye, bi piştgiriya Tirkiyayê. Lê YPG naxwaze bi PKK, HSD û artêşa Tirkiyayê re bikeve nava şerekî nû.

Li ser çareseriyekê ku wê bikaribe hebûna xwe li Sûriyayê di asta herî jor de pêk bîne, zehmet dibe. Şandeke wezîreta karên der ya Almanîyayê nû çûye herêmê.

Ev jî nîşan dide ku hêzên derve rojekê vekişin, gel li wir bi tenê bimîne, qetlîama gel jî meseleya demê ye. Ev jixwe di dema şerê navxweyî de qewimî û îhtîmal e sibê jî bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button