Hemû şert û mercên aştîyê hene:gotara serokwezîr Nîkol Paşînyan

Propagandaya fermî ya Komara Adirbêcanê her ku diçe zêdetir li ser têza ku Ermenîstan xwe çekdar dike, xwe amade dike ku êrîşî Adirbêcanê bike, lema mafê Adirbêcanê heye ku xwe biparêze û tedbîrên pêşîlêgirtinê bigire.
Heger em van tezên propagandaya Adirbêcanê bi kurtî û sadetir ji nû ve derxînin holê, ev hemî digihîje van tiştan: Ermenîstan xwe amade dike ku êrîşî Adirbêcanê bike, ji ber vê yekê baştir e ku Adirbêcan wek tedbîrek pêşîlêgir êrişî Ermenîstanê bike.
Du vêrsîyonên esilê van tezên propagandayê hene: yan bi rastî Adirbêcan difikire ku Ermenîstan dixwaze êrîş bike, yan jî dixwaze êrîşê bike û di her du rewşan de jî bingeha îdîaya Ermenîstanê ya êrîşa li ser Adirbêcanê ye.
Ermenîstan xwe amade dike ku êrîşî Adirbêcanê bike?
Her çavdêrekî bêalî dikare îzbat bike ku hukumeta Komara Ermenîstanê di vê mijarê de cîhê şirovekirinê nehiştîye, min gelek caran gotîye, niha jî pêwîst dibînim ku eşkere bikim, ku Komara Ermenîstanê pabendî sala 2022 ye. Peymana stratêjîk ya ku 6 ê cotmeha sala 2018 a de li Prahayê hatibû îmzekirin, ku Ermenîstan û Adirbêcan li ser bingeha danezana Alma Atayê yekparetî û serwêrîya axa hevdu nas dikin.
Yanî Komara Ermenîstanê yekparçeyîya erdî û serwêrîya Komara Adirbêcanê li ser axa Sovyêtê ya Adirbêcanê nas dike, Komara Adirbêcanê jî yekparçeyîya erdî û serwêrîya Komara Ermenîstanê li ser axa Sovyêtê ya Ermenîstanê nas dike.
Ev têz ji xwe di her du dewletan de hêzek dêyûrê bi dest xistîye, ji ber ku danezana Alma Atayê wek prînsîpa bingehîn ya proseya xêzkirina di navbera her du welatan de di rêziknameya li ser xebatên hevbeş yên komîsyona nîşandana sînorên dewletê û ewlekarîya sînor ya di navbera Komara Ermenîstan û Komara Adirbêcanê û komîsyona dewletê ya destnîşankirina sînorê dewletê ya di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê de hatîye tomar kirin.
Ji ber vê yekê jî min gelek caran dîyar kir ku Komara Ermenîstanê pirsgirêka vegerandina bi rêyên leşkerî jî dernaxe holê ku zêdetirî 200 kîlomêtrê çargoşe herêmên ku parçeyek bingehîn ya 29743 kîlomêtrê çargoşe ya axa serwêrî ya Komara Ermenîstanê ye ku niha di bin dagirkerîya Adirbêcanê de ne, ji ber ku prînsîpa ku li jor hatîye destnîşan kirin, ji niha ve bi rêk û pêk îmkana çareser kirina vê pirsgirêkê heye .
Di vê çarçoveyê de, ez hewce dibînim ku ez tekez bikim ku bi helkefta salvegera 33 salîya artêşa Ermenîstanê, min ragîhand ku divê artêşa me li derveyî axa serwêrî ya Komara Ermenîstanê ya ku di qada navneteweyî de tê naskirin neyê bikar anîn (helbet ev yek bi beşdarbûna leşkerên ermenî yên aştîparêz di nav hêzên aşîtîparêz yên navneteweyî de têkildar nîne).
Ji ber vê yekê tezên li ser nîyeta Ermenîstanê ya êrîşa li ser Adirbêcanê bi tenê têne çêkirin.
Komara Ermenîstanê tê çekdarkirin?
Komara Ermenîstanê di çarçoveya prînsîpa navborî de, yanî ji bo parastina yekparçeyîya erdî û serwêrîya xwe ya navneteweyî ya naskirî, ya Adirbêcanê jî di nav de, ev yek ji bo her welatekî ku di qada navneteweyî de hatîye naskirin, rêforman dike û îxlalkirina wê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.
Gelo eleqeya rêformên di artêşa Ermenîstanê de bi Adirbêcanê re heye, erê û na?
Na, ji ber ku min li jor jî diyar kir, Ermenîstanê ji bo operasyoneke leşkerî ya li dijî Adirbêcanê tu plan, nîyet û armanc tune.
Belê, ji ber ku li Adirbêcanê bi xwe tehdîd li ser ewlekarîya Komara Ermenîstanê çêdibin. Pêşî, tevî peymana Prahayê, ji alîyê asta herî bilind ya Adirbêcanê ve daxuyanî tên dayîn ku yekîtîya axa Komara Ermenîstanê dipirsin.
Ev gotin bi temamî di gotara bi navê “Adirbêcana Rojavayî” de, ku ji alîyê serkirdayetîya bilind ya Adirbêcanê ve tê piştgirîkirin û di belgeyên bingehîn yên rêxistina bi heman navî de, ji 60 selefê axa serwêrî ya Komara Ermenîstanê wek “erdên ku niha di bin kontrola Komara Ermenistanê de ne” yan “herêma ku niha ji hêla Komara Ermenîstanê ya sîyasî û qanûnî ve tê kontrol kirin” tê gotin.
Niha em vê yekê bi dadgehkirina şanoyê ya li Bekûyê, bidestxistina bi mîlyardan çekan ji alîyê Adirbêcanê ve, û gotinên êrîşkar yên Bekûya fermî re bidin ber hev û dîyar bibe ku li Adirbêcanê li dijî ewlehîya Komara Ermenîstanê rastî gefan tên.
Çareserkirin
Çareserîyên vê rewşê li ser maseyê ne û di encama xebata hevpar ya nûnerên Ermenîstanê û Adirbêcanê de, xalên ji xwe lihevkirî yên peymana aşîtîyê bi awayekî bingehîn çareser kirin ku ne tenê li hemberî hev îdîayên erdî nebin, lê di pêşerojê de jî îdîayên bi vî rengî neyên kirin peymana ji bo îmzekirinê têra xwe giran û amade ye, tevî ku Komara Ermenîstanê ji bo her du xalên ku li hev nehatine çareserkirinên berfireh pêşnîyar kirîye û li benda bersiveke erênî ya Adirbêcanê ye.
Her wiha Komara Ermenîstanê ji bo avakirina mêxanîzmayên kontrolkirina çekan û lêkolîna hevpar ya bûyerên sînor pêşnîyarek nivîskî raberî Adirbêcanê kirîye û li benda bersiva erênî ya Adirbêcanê ye.
Her wiha Komara Ermenîstanê pêşnîyarek nivîskî ji Adirbêcanê re raberîî Adirbêcanê kir ku ji Adirbêcanê ber bi Adirbêcanê ve û li qada navneteweyî bi rêya axa Ermenîstanê û ji Ermenistanê ber bi Ermenîstanê û navneteweyî ve bi ser axa Adirbêcanê re derbaz bibe û li benda bersiveke erênî ya Adirbêcanê ye.
Komîsyona dîyarkirina sînorên dewletê yên di navbera Komara Ermenîstan û Komara Adirbêcanê de û Komîsyona dewletê ya dîyarkirina sînorên dewletê yên di navbera Komara Adirbêcanê û Komara Ermenîstanê de bi awayekî normal û avaker dixebitin.
Herî dawî di navbera komîsyona navberî ya girtîyên şer, undayan (ku cîh ne dîyar e) ya Komara Ermenîstanê û komîsyona dewletê ya girtîyên şer, welatîyên unda yên Komara Adirbêcanê de civînek hat lidarxistin.
Ev hemû tê wê maneyê ku li herêmê şert û mercên zêde tune ne û her wiha ji bo aşîtîyê jî hemû şert û merc hatine efirandin, divê dev ji çalakîyên sehneyê berdin û ji bo vê yekê jî sîyaseta sazûmankirinê amade nebin.







