Li qesira Yêlîsêyê rasthatina Nîkol Paşînyan û Êmanûêl Makron hat li darxistir

Hevdîtina serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Fransîyayê Êmanûêl Makron li qesira Yêlîsêyê pêk hatîye.
Serokkomarê Fransîyayê pêşwazya serdana serokwezîrê Ermenîstanê kir û kêfxweşîya xwe ya ji bo qebûlkirina vexwendina beşdarîya li civîna çalakîyên zêrevanîya hunerî ku li Parîzê tê lidarxistin, nîşan da.Ewî bal kişande ser berdewamîya geşepêdana hevkarîyên pir baş di navbera Ermenîstan û Fransîyayê de û piştevanîya Fransîyayê ji bo geşepêdan û aramîya Ermenîstanê dupat kir.
Serokwezîr Nîkol Paşînyan spasîya mêvandarîya germ kir û destnîşan kir ku sala 2024 di warê têkilîyên Ermenîstan-Fransîyayê de saleke pir dînamîk bû. Serokwezîr bal kişand ser wê yekê ku gelek hevdîtin di navbera serkirde û dezgehên her du welatan de pêk hatine, peywendîyên bi rêkûpêk berdewam in û îro peywendîyên Ermenîstanê û Fransîyayê gihîştine asteke nû.
Di hevdîtinê de serkirdeyên Ermenîstanê û Fransîyayê çendîn mijarên girêdayî pêşxistina hevkarîyên dualî ji wan pêşbînîyên pêkanîna bernameyên hevbeş di warê aborî, çêkirina rêyan, ênêrjî, perwerde, geştîyar û warên din de gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de behsa pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, geşedanên di pêvajoya xêzkirina sînor de û herwiha di çarçoveya projeya “Xaçerêya aşîtîyê” de rêyên ragîhandinê yên herêmî hatin vekirin. Nîkol Paşînyan tekezî li ser pabendbûna hukumeta Ermenîstanê ya bi rojeva aşîtîyê kir, herwiha çend mijarên din yên girîng yên herêmê jî hatin gotûbêjkirin.
Alîyan li ser pêrspêktîvên pêşdabirina hevkarîyên Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê û her wiha berdewamkirina rojeva rêformên dêmokratîk li welatê me nêrînên xwe danustandin.







